​​​​​​​Berdevka HDP'ê: Kujerê Denîz Poyraz çeteyek e ku desthilatê bi xwe perwerde kiriye

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku AKP-MHP her carê êrişî HDP'ê û gelê Kurd dikin û got  "Yek ji komployên klasîk ên vê hêzê ye ku ev kujer li Minbicê, li deverên dagirkirî yên Sûriyê bi çeteyan re dimîne. Kujer çeteyekî şerê taybet e ku ji aliyê desthilatê ve hatiye perwerdekirin."

​​​​​​​Berdevka HDP'ê: Kujerê Denîz Poyraz çeteyek e ku desthilatê bi xwe perwerde kiriye
18 hezîran, 2021   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Di êrişa duh a bi guleyan a li hemberî rêxistina bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de, karmenda partiyê Denîz Poyraz hate qetilkirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku malbatên li ber partiyên wan li hev kom bûne, provokasyon kirine û endamên HDP'ê kirine hedef. Ebrû Gunay got "Ev pêvajoya provokasyonê ku kon li ber avahiya me ya bajar a Îzmîrê hatibû vedan, ev demek e dest pê kiriye. Ev qetlîam ji demeke dirêj ve dihat plankirin."

'ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛ'

Ebru Gunay wiha axivî: "Di sibeha êrişê de dê bi beşdariya endamên meclisa partiyê civînek bihata lidarxistin. Piştre dê roja îmzekirina pirtûkan çêbûya. Em hemû dizanin ku rojeke qerebalix ji bo qetlîameke plankirî hilbijartine. Dema dikeve wê derê, bi awayekî sîstematîk gulebaran dike, piştre hewl dide avahiyê bide ber agir û ev yek jî bi awayekî zelal nîşan dide ku ji bo komkujiyê çûye wê derê."

 ‘KUJER ENDAMKÎ ŞERÊ TAYBET E’

Ebru Gunay got wiha gotinên xwe dewam kirin: "Yek ji komployên klasîk ên vê hêzê ye ku kujer bi çekan li Minbicê, dîsa li herêmên dagirkirî yên Sûriyê bi çeteyan re dimîne. Kujer mirovekî şerê taybet e ku ji aliyê hikumetê ve hatiye perwerdekirin. Parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî vê yekê bi zelalî nîşan didin."

Ebrû Gunay balê kişand ser têkiliyên SADAT û kujer ku di demên dawîn de di rojeva Tirkiyê de ne û got: "Hikumetê bi vê komkujiyê re careke din nîşan da ku bi kê re mil bi mil dimeşe. Ev demek e têkiliyên mafya, çete û hikumetê tên eşkerekirin. Bi taybetî agahî hatin parvekirin ku bi rêya SADAT'ê çek ji Sûriyê re hatine şandin. Vê komkujiyê eşkere kir ku hikumetê rêbazeke şerê taybet çawa bi kar anî. Vê hikumetê li her derê li dijî Kurdan bi çeteyan re hevkarî kir, li dijî gelê Kurd êriş û provokasyon pêk anîn."

Ebrû Gunay da xuyakirin ku hêrsa gel li dijî desthilatê bilind bûye û wiha lê zêde kir: "Li Amed, Stenbol, Tirkiye û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Îzmîrê gel derket qadan. Di nava gel de hêrseke mezin heye. Gel li hemberî desthilata faşîst û çeteyên wê bi hêrs e. Em dibînin ku hikumet li pêşberî hêrseke mezin bê deng dimîne. Hikumet û hevkarê wê şîrîkên vê komkujiyê ne."