Şêniyên Hesekê: Çawa PDK’ê bi coş çeteyan pêşwazî dike û nûnerên Kurdan digire?

Welatiyên kantona Hesekê got girtina nûnerên PYD’yê û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne û pirsîn: “Gelo çima serokê PDK`ê çeteyên Îtîlafa Watanî bi coşeke mezin pêşwazî kirin û nûnerên Rêveberiya Xweser jî girtin?”

Şêniyên Hesekê: Çawa PDK’ê bi coş çeteyan pêşwazî dike û nûnerên Kurdan digire?
18 hezîran, 2021   08:22
HESEKÊ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê dike û hewldanên temamkirina diyaloga kurdî hene, Asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 10`ê Hezîranê de girtin. Gelê  li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî wê bûyerê nerazîbûnên xwe rave kirin.

Li gorî çavdêrên rewşa Kurdistanê, ev kiryar rêjeya herî nizm a maf û hêviyên gelê Kurdistanê pêk nayine. Lê belê berjewendiyên ajandeyên dijminan pêk tîne ku bi her nêzîkbûneke kurdî re hewl didin tovên tevliheviyê û fitneyê li herêmê biçînin.

Di vî warî de şêniyê bi navê Hisên El-Hesen ê ji Hesekê girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê ve şermezar kir û destnîşan kir ku ev kiryar tenê berjewendiyên dijminên gelê Kurd pêk tîne û di demekê de rû dide ku hewldan ji bo pêkanîna yekitiya Kurd tê kirin.

Hisên da xuyakirin ku armanca stratejîk a dewleta Tirk a dagirker ew e ku yekitiya gelê Kurd têk bibe û destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Şêniyê bi navê Ebdulrezaq Mihemed îşaret pê kir ku dema çeteyên Îtîlafa Watanî ya bi serokatiya Nesir El-Herîrî di 2`yê Adarê de serdana Başûrê Kurdistanê kir ji aliyê serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ve bi coşekê hat pêşwazîkirin û wiha domand; “Gelo çawa di vê demê de nûnerên Rêveberiya Xweser digirin?”

Mihemed diyar kir ku ev kiryar tenê berjewendiyên ajandeyên dewleta Tirk û siyasetên wê pêk tîne.

`YEKITIYA KURD DÊ HEMÛ PLANÊN DIJMINAN TÊK BIBE`

Şêniya bi navê Şîrîn Şêx Dawûd bang li gelê Kurd kir ku bibe yek û got: “Êdî bes e xiyanet. Bi yekitiyê dê hemû planên dijmin ên li dijî projeya me ya demokratîk tune bibin.”

Şêniyê bi navê Mihemed Salih Mihî  yê ji navçeya Dirbêsiyê got: “Beriya çend rojan, nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê hatin girtin, lê heta niha tu daxuyanî der barê vê mijarê de ji aliyê desthilata PDK`ê ve nehatine dayîn. Em dikarin bêjin ku girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ajande û berjewendiyên dewleta Tirk pêk tîne.“

Mihî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku rewşa girtiyan eşkere bike û wan serbest berde.

Şêniya bi navê Necwa El-Ebasî jî got: “Ev kiryar piştrast dike ku hikumeta Başûrê Kurditsanê şirîka komkujî û êrişên dewleta Tirk e ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên kurdistanê pêk tîne.“

Şêniyê bi navê Mihemed Mîrzo jî wiha der barê mijarê de axivî: “Di dema ku partiyên Kurd hewl didin bibin yek û li gel vê pêvajoya hestiyar, hikumeta Başûrê Kurdistanê nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyeke kurdî girtin. Ev yek ne ji berjewendiyên gelê Kurd e û divê bi lez serbest werin berdan.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/88Y5c8W1WHY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MN43c8wfhKI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>