Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê rojên wergirtina fatoreyên genim diyar kirin

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê ji bo radestkirina fatoreyên genim 3 roj diyar kirin.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê rojên wergirtina fatoreyên genim diyar kirin
16 hezîran, 2021   12:52
REQA

Piştî ku cotkaran hilberînên xwe yên genim û ceh radestî navendan kirin ku Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kirine, Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê fatoreyên wergirtina berheman radestî cotkaran kirin.

Li gorî hevserokê şîrketê Ehmed El-Elî îsal fatoreyên genim baş bûn û piraniya wê ji bo her kîloyekê zêdetirî hezar û 100 lîreyên Sûriyê bû û destnîşan kir ku nirxaê cureya herî nizm bi 800 lîreyên Sûriyê hat diyarkirin.

Her wiha şîrketê rojên şemî, yekşem û duşemê ji bo radestkirina fatoreyan diyar kirin.

Heta niha şîrketê li navendên xwe yên li Reqayê derdora 31 hezar ton genim û 2 hezar û 500 genimê haêl (şikandî) wergertine. Lê xebatên wergirtinê li navendên Bedir û Sehlebiye rawestîn ji ber ku tijî bûn. Xebatên wergirtinê li depoyên Rafqa û Kebiş berdewam in.

Her wiha hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kiribû ku ji bo wergirtina genim û ceh ji cotkaran, 26 navend diyar kirine û gotibû: “Li gorî pêşbiniyan, wê derdora 500 hezar ton bigihêje navendên wergirtinê.”

Rêveberiya Xweser nirxê kîloya genim bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê û kîloya ceh bi 850 lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-1jev8A8ZYU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>