HPG`ê bênavber çalakiyan li dar dixe, 11 dagirker hatin kuştin – HATE NÛKIRIN

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Metîna û Avaşînê çalakiyên bi bandor li dijî dagirkeran li dar xistin, 11 leşker hatin kuştin.

HPG`ê bênavber çalakiyan li dar dixe, 11 dagirker hatin kuştin – HATE NÛKIRIN
16 hezîran, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxiyaniyeke ragihand ku gerîlayên HPG`ê û YJA Starê li Metîna û Avaşînê çalakî li dar xistin, 11 dagirker hatin kuştin.

Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:

“Di 15’ê Hezîranê de saet di 05.30’an de dema ku dagirker ji Girê Azad a li Metînayê ber bi bejahiya gundê Serero diçûn, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbû. Di van şeran de 3 dagirker hatine cezakirin. Hevrêyê me Demhat Kobanê yê ku derbên giran li dijmin da û bi qehremanî şer kir, şehîd bû. Piştî van şeran dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Nasnameyê hevrêyê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Demhat Kobanê

Nav û paşnav: Heysem Şêxo

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Navê dê û bav: Şemsê – Şêxo

Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Hezîrana 2021’an / Metîna

LI METÎNAYÊ 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di 15’ê Hezîranê de saet di 19.00’an de li qada Koordîneyê ya li Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran êvarî bi helîkopterên leşkerên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

HELÎKOPTERAN NEKARÎN LEŞKERAN DEYNIN QADÊ Û VEKIŞIYAN

Di 15’ê Hezîranê de saet di 11.30’an de dagirkeran xwestin bi bombeyên gazê têkevin tunelên şer ên li Girê Silêman a Avaşînê. Hêzên me bi çekan li dagirkeran dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Dagirkeran xwestine saet di 12.10’an de jî dîsa têkevin tunelan lê hêzên me dîsa li wan dane, li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Li heman cihî di 16’ê Hezîranê de saet di 00.50’an de bi sabotajê li komek dagirkeran hatiye xistin û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 23.00’an de helîkopteran xwestine leşkeran bînin qada Girê Spî ya Avaşînê, hêzên me bi çekên giran li helîkopteran dane û helîkopter neçar mane vekişin.

PDK LI QADÊ ÇEPERAN AVA DIKE

Hêzên girêdayî PDK’ê yên li Metînayê bi cih bûne, li qadê çeperan ava dikin. Ber bi cihê ku hêzên me lê ne, xebatên çêkirina rêyan ligel hemû bang û hişyarin jî didome.

LEŞKERÊN TIRK ÊN DAGIRKER GUND BOMBERDÛMAN KIR

Herêmên Parastinê yên Medyayê û gundên li Başûrê Kurdistanê bi helîkopter û balefirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.00 û 01.00’na de gundên Serero, Deşîşe û Orê yên Kanîmasiya Amêdiyê bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin.

Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 19.00 û 02.30’an de qadên Girê Nizmo, Girê Spî û Girê Sor ên li Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 15’ê Hezîranê de saet di navbera 21.15 û 03.20’an de li ser qadên Mam Reşo, Tabûra Ereban, Mernavos û Girê Silêman ên Avaşînê helîkopter geriyane.

Di 16’ê Hezîranê de saet di 01.30’an de qadên Girê Spî û Girê Sor ên Avaşînê bi helîkopteran hate bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”