​​​​​​​Rêxistina Efûyê: Divê hikumeta Başûr zextên li ser çalakiyên bi dawî bike û girtiyan berde

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku zextên li ser çalakiyan bi dawî bike û kesên ku bi neheqî hatine girtin, berde.

​​​​​​​Rêxistina Efûyê: Divê hikumeta Başûr zextên li ser çalakiyên bi dawî bike û girtiyan berde
16 hezîran, 2021   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) daxuyaniyek da û bal kişand ser zextên li ser çalakiyên ji bo xizmeteke baştir û meaşên derengmayî.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi hinceta 'ewlehiya neteweyî' kampanyaya girtina girseyî li ser aktivîstên ku protestoyan dişopoîne, çalakgeran û nûçegihanan daye destpêkirin.”

Cîgirê gerînendeyê Rêxistina Efûyê yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Lynn Maalouf diyar kir nûçegihan, aktivîst û çalakger bi rengekî kêfî têne destgîrkirin û got. “Rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê sala çûyî ji bo rexnegeran bêdeng bike zexteke ku mirov dibehitîne da destpêkirin .Aktivîst û nûçegihan komî ser hev kirin, bi dozên ne adil, bi sûcdariyên lev tînin rapirsîna wan hate kirin û dema ku xizmên wan bêagahî hatin berdan endamên malbatê tacîz kirin an jî çavtirsandî kirin.”

Maaluf got: “Rayedarên Herêma Kurdistanê ya Iraqê divê dawî li zextan bîne û çi kesê ku bi kêfî destgîr kirine demildest berde. Her wiha yasayên nediyar û şaş pênasekirî  ji bo sînordarkirina azadiya ramanê û mafê kombûna aştîxwazî, bi kar neyîne.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê li Dihokê nexasim li Behdînanê ji 100'î zêdetir kes hatin girtin, ji van 30 jê hê jî girtî ne û her wiha diyar kir li Behdînanê 3 jê nûçegihan, 11 jê aktivîst, 14 kes ji bo ku tev li çalakiyên protestoyê bûne, rexne anîne ser rayedaran û xebatên nûçegihanî “bi rengekî kêfî hatine girtin.”

Rêxistina Efûyê xwest ku kesên ku bi kêfî hatine destgîrkirin û bêyî darizandineke dadmend hatine sûcdakririn, demildset werin berdan, ji bo dawî li tacîz, çavtirsandin û bersiva li ser nûçegihan, parêzerên mafê mirovan, aktivîst û endamên malbatê demildest gav werin avêtin, yasayên kêm pênasekirî û şîlo zû werin guherandin û ev yasa ji bo girtina kesên ku rayedaran rexne dikin weke amûr neyên bikaranîn, di darizandinê de li gorî standara hiqûqa navnetewî û mafê mirovan biçin, divê îfadeyên ku bi êşkence û zorê hatine standin di darizandinan de weke delîl neyên qebûlkirin, der heqê berpirsan de lêpirsîneke berfireh û bêalî were destpêkirin.