Hilbijartinên Îranê.. Dûrxistin û tawan gelo kî dê bi ser bikeve?

Li Îranê piştî rêzederbeyan jê kuştina Qasim Suleymanî, binkeftina peymana nukleerî û bandora wê ya neyênî li ser aboriyê û xwepêşandanên gel, 18'ê Hezîranê hilbijartinên serokatiyê tên li darxistin. Gelo sazûmaniya rêveberiyê li Îranê çawa ye û ji aliyê kê ve tê birêvebirin, her wiha yên ku dikarin bibin serok kî ne?

Hilbijartinên Îranê.. Dûrxistin û tawan gelo kî dê bi ser bikeve?
16 hezîran, 2021   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN –YEHYA EL-HEBÎB

Îran çawa tê birêveberin?

Wekî tê zanîn ku nexşeya siyasî ya Îranê li gorî du şeplên siyasî hatiye dabeşkirin (Muhafizkar û Reformîst). Di navbera her du şepêlan de pêşbaziyeke heye ku li ser esasê wê siyaseta hundirîn û derve ya Îranê tê birêvebirin. Lê ev şîrove li nêzî her helwesteke mezin ve tê veşartin, ku yekser çav diçe ser lîderê olî Elî Xaminey û li pey wî pasdar in. Ev yek gelek pirsan der barê sazûmaniya rejîma Îranê de dide der.

Di vê dosyayê de ku ji 3 beşan pêk tê, em ê balê bikişînin ser sazûmaniya rêvebirinê li Îranê, çawaniya rêvebirina welat, hilbijartinên serokatiyê û pêşeroja Îranê li gel aloziyan.

LI ÎRANÊ PERGALA RÊVEBIRINÊ

Rejîma Îranê ji şoreşa 1979'an û vir ve li ser bingeha gelek saziyên serdest ku bi taybetî bi cewherê rêveberiya olî ve girêdayî ne, tê birêvebirin.

Tevî ku hin deste û saziyên serwer xwe dispêrin hilbijartinên ku plankirî mîna Meclisa Şûra, Meclisa Pisporan û Serokê Komarê, lê desthilata şêwirê (rêveber) bilind ya herî bi hêz li welat e.

Li gorî sîstema Komara Îslamê ya Îran û destûra wê, rêbernameya herî bilind (Murşidê herî bilind) xwedî desthilata muteleq e, mafê wê heye ku destwerdanê li tevahî kar û barên welat bike, di nav de kar û barên siyaseta nukleerî, xetên sereke yên siyaseta hundirîn û derve, biryara şer û aştiyê û saziyên îstîxbaratê.

Destûra Îranê ya ku sala 1979'an de hate derxistin mafên berfireh dan murşidê bilind an serok. Ji wan mafên; erkedarkirina siyaseta giştî ya rejîma komarê û çavdêriya wê, dayîna fermanan têkildarî referandoma giştî, fermandariya hêzên çekdarî, ragihandina şer û aştiyê û seferbriya giştî, her wiha mafê îstîfakirina serokê komarê, erkedarkirin û îstîfakirina fermandarên meclisa çaksazkirina  destûr û desthilatdariya dadwerî.

SEROKKOMAR Û ROLA WÎ

Li gorî madeya 13'yan a destûra Îranê, piştî  fermandariyê, serokkomar desthilata herî bilind di dewletê ye ku serokkmar dikarî herî zêde ji bo du deman were hilbijartin,  her demek 4 sal in. Lê piraniya mafan di destê murişdê bilind de ye. Her wiha azadiya tevgera wî ji aliyê cîhazên nehilbijartî ve tê şopandin ku piraniya wan oldar in, ya herî girîng Meclisa Çaksazkirina Destûrê ye.

Serokkomar erka berpirsyartiya kar û barên rojane yên welat digire, her wiha Meclisa Ewelehiya Neteweyî bi rê ve dibe ku erka vê meclisê koordînekirina siyaseta parastin û ewlehiyê ye. Serokkomar dikare peymanan bi hikumetên biyanî re îmze bike û erkedarkirina balyozan erê bike. Di vir de Meclisa Wezîran a ku hikumet pê re dibin hevkar. Di sîstema rêveberiyê ya Îranê  de erka serokwezîr li gorî biryara sala 1989'an hate betalkirin.

MECLISA ŞÛRA

Meclisa Şûra, meclisa qanûnsaz û çavdêriyê ye ku ji 290 kursiyan pêk tê, dema hilbijartina wê 4 sal in. Erka meclisê derxistina qanûnan li gorî destûra welat e û bi wezîr û serok re lêpirsînê dike. Her wiha erka dayîn an nedayîna baweriyê ji hikumetê digire, peyman û lihevkirinên navneteweyî erê dike, lê dîsa di bin çavdêriya Meclisa Çaksazkirina Destûrê de dimîne.

MECLISA ÇAKSAZKIRINA DESTÛRÊ

Meclisa Çaksazkirina Destûrê ji 12 endaman pêk tê. Di nav de 6 oldarên mezin û 6 dadwer ji aliyê mûrşidê bilind ve tên erkdarkirin. Erka vê meclisê çavdêriyê li pêkanîna qanûnên ku Meclisa Şûra (Parlamanto)  ji bo şerîeta îslamê û destûra welat derdixe, dike. Her wiha belgeyên bernamzetiyên hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê lêkolîn dike û encamên hilbijartinan erê dike. Meclisa Şûra aliyê yekane ye ku dikare rêgezên destûrê şîrove bike û hilbijartinên Meclisa Pirsporên fermandariyê, hilbijartinên serokatiya komarê û hilbijartinên Meclisa Şûra û referandoma giştî bi rê ve dibe.

MECLISA PISPORÊN FERMANDARIYÊ

Meclisa Pisporên Fermandariyê, desteyeke olî ye, sala 1982'yan hate damezirandin, ji 88 endaman pêk tê ku ji bo 8 salan tên hilbijartin. Li gorî madeya 107'an a destûrê erka vê meclisê; hilbijartina serok (Mûrşidê Bilind), diyarkirina erkên wî, şopandina karê wê û îstîfakirina wî li gorî madeya 111'an heger ji xeta destûrê derket an jî şertên pêwîst ên destûrê pêk nayne. Kêm caran Meclisa Pisporên Fermandariyê destwerdanê li kar û barên siyasî yên welat dikin, erka wê parastina pêkanîna bingeh û sûtnên sîstema wîlayeta  El-Feqîh e.

MECLISA TEŞXÎSKIRINA BERJEWENDIYÊN REJÎMÊ

An jî Civaka Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê, desteyeke şêwirî ye di sala 1988'an de hate avakirin. Ev meclis ji 31 endaman pêk tê. Ji bilî serokên her sê desthilata (Rêveber, Qanûnsaz û Dadwerî) ku otomatîk tev li meclisê dibin, hemû endamên demkî û yên dayîmî ji aliyê mûrşidê bilind ve têne erkdarkirin. Dema karê endamên meclisê 5 sal in.

Mîsyona vê meclisê çareserkirina pirsgirêkên ku di navbera parlamanto û Meclisa Çaksazkirina Destûrê de derdikeve ye, biryarên wê yên girêdayî çareserkirina pirsgirêkê piştî erêkirina mûrşid dikeve miryetê. Di dema mirina murşidê bilind de, endamek ji Meclisa Pisporên Fermandariyê ji bo erka mûrşid tê erkdarkirina heta ku mûrşidê nû were hilbijartin.

DESTHILATA DADWERÎ

Mîsyona wê li gorî destûrê pêkanîna edaletê ye û serokê wê "kesek jîr, zana, adil e û agahiyên wî li ser tevahî mijarên dadweriyê hene" û berpirsê herî bilind di desthilata dadweriyê de ye. Serokê desthilata dadwerî ji aliyê mûrşidê bilind ve ji bo 5 salan tê hilbijartin.

REWŞA SIYASÎ LI WELAT..REFORMÎST Û YÊN HIŞK

Piştî mirina Xumeynî û gihiştina Elî Xaminey li ser desthilatê re, di navbera hêzên îslamî yên li welat de parçebûn çêbû, beşek ji wan bi aboriya hikumetê ve bawer bûn ku bi navê çepger hatin naskirin û xwe wekî "Şopdarên xeta Xumeynî" nîşan da ku berovajî komên din in. Li aliyekî din jî alîgirên milkiyeta taybet derketin ku navê rastgir li xwe kirin.

Her du kom di dema desthilata serokê berê Ekber Haşimî Refsincanî de hevgirtî bûn, lê di dema wîlateya duyemîn a wî de nakokî di navbera koma ya hikumetê û şêwirmendê komarê Elî Xaminey de çêbûn.

Refsincanî di wê demê de alîgirê Xaminey bû heta hilbijartinên serokatiyê yên 1998’an, di wê demê de rêzikên nû çêbûn; Serokê parlamentoya berê Elî Ekber Natiq Nûrî ku alîgirê herî nêz ê Elî Xaminey ye û nûnertiya şepêla rastgir li welat kir, her wiha Mihemed Xatimî yê nêzî şepêla çepgir e di salên 70’î de xwe ji bo serkokatiyê hilbijartin. Ev hilbijartin cara yekemîn li welat hevrikiyekê di navbera kesên ji rejîma komara îslamê de pêk tê, tevî ku di navbera bernamzetên dîtir de tu pêşketin çênebûn, lê hevrikî di navbera Natiq Nûrî û Xatimî de ma.

Hêzên leşkerî û ewlehî yên nêzî Xaminey propgandaya bernamzetê nêzî xwe kir anku propagandaya Natiq Nûrî kir, her wiha piranî siyasetmedaran texmîn kir ku Natiq Nûrî bi ser keve. Lê belê encamên hilbijartinan tevahî şoq kirin. Bi wê re Mihemed Xatimî 20 milyon deng wergirt û Ekber Natiq Nûrî 4 milyon deng wergirt.

Bi serketina Mihemed Xatimî di hilbijartinan de, hebûna şeplêa siyasî hat sepandin û navê Şepêla Reformîst lê hate kirin. Kesên çepgir, kesên li pey metoda Xumeynî li dora vê şepêlê kom bûn, her wiha hin hêzên laîk ên xwedî nêrîneke nerm jî nêzî wê bûn.

Li gorî çavdêran, ji ber çalakiya rojnameyên cihêreng, belavkirina pirtûkên ku rejîmê rexne dikin, vekirina welat li gelek aliyên navneteweyî yên bibandor û ji ber veguherîna çandî ya li welat pêşketin di civaka Îranê de çêbû. Ji lew re alîkariyên Xaminey ev pêşketin wekî xeterî ji bo xwe  dît û piranî berpirsiyar ji kesên murşidê komarê erkdar kirin, bûn. Reformîstan xwe spart raya giştî, lê hêzên tundraw jî xwe spartin Pasdaran, hêzên dagirtinê û desthilata dozgeriyê.

Piştî qetilkirinên ku navê "rêzesîuqastên siyasî" dest bi hemleya çewisandina navnedên reformîstên li zanîngehan hat kirin û gelek kesên nêzî reformîstan hatin girtin, bi taybet ew xeleka ku fişarê li dijî şêwirmend bi kar aniye, bi wê re tecrîd li ser wan hat ferzkirin.

Di wê demê û dema ku parlamenterên reformîstî xwe amade dikirin de ku serkeftineke nû di hilbijartinên parlamentoyê de bi dest bixin, Xaminey bi rêya sererastkirinên destûrê bernamzetî ji piraniya wan kişand. Bi wê re divê parlamenter qebûlkirina bernamzetiyê ji Meclisa Çaksazkirina Destûra girêdayî Xaminey wergirin. Vê meclisê erêkirina bernamzetiyê neda piraniya reformîstan.

Piştî van tedbîran, gelekan xwe ji Şepêla Reformîstan bi dûr xistin û heta hilbijartinên serokatiyê yên 2009’an tu çalakî li dar nexistin. Her wiha hilbijartina Mîr Hisên Mewsewî û amadebûna wî li qadê hişt ku reformîstî vegerin qadê. Alîgirên Şepêla Reformîst li hundir û derve hemleyeke berfireh a serketinê li dar xist û bi hemeleya herî mezin li welat ji dema şoreşê ve hat wesifkirin. Tevahî ankêtan serketina Mîr Hisên Mewsewî di hilbijartinan de eşkere kir. Lê belê ji nişkan ve serkeftina bernamzetê nêzî Xaminey hat ragihandin, bi wê re bertekên mezin di navbera welatî û serokên Şepêla Reforîmst de çêbûn û gel leyskîna bi encamên hilbijartinan red kir.

Sibe: hilbijartinên Îranê …dûrketin û tawan, gelo kî yê her çewt e?

ANHA