Rojeva Navenda Nûçeyan a 16-06-2021'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16-06-2021'AN
15 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Mîdiya Elî re dixwazin. Sersaxî li navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer tê dayîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji Osmaniyan heta DAIŞ’ê û ji Sêfo heta jinûve vegerandina xewna împratoriya Osmanî, komkujî û qirkirin li dijî gelên herêmê berdewam in. Şêniyên ji pêkhateya Ermen got, sûcên ku îro dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne heman sûcên ku Osmaniyan di 1915’an de pêk anîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Xalid Cebir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qanûnên navneteweyî bin pê dike û got: "Pêdiviya gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye, divê li hember dagirkeriyê serî hilde da ku ji demagojiya dagirkerî û planên wê rizgar bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û siyaseta qirkirinê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- "Topên ku li ser gundê me, bû sedem ku keça min bi temamî astengdar bimîne" bi van gotinan dayika zaroka bi navê Rîham Îsmaîl çîroka birîndarbûna keça xwe û felcbûna wê di dawiya sala 2019`an de, vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên Minbicê got, divê şêniyên li Minbicê fêm bikin ku gelek aliyên derve bi rêya derxistina fitneyê li herêmê dixwazin armancên xwe li herêmê pêk bînin û divê li hemberî wan aliyên ku dixwazin vîna wan têk bibin bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya zimanê kurdî ya li Bakurê Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku ev kampanya ji bo wan cihê şanaziyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi vekirina projeyan û dewreyên perwerdeyê destekê dide jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Emîne Osê têkildarî girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK'ê ve diyar kir ku girtina nûneran hemwextî lihevkirinên PDK'ê yên bi Tirkiyê re pêk hat û destnîşan kir ku ev kiryar xizmeta dewleta Tirk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Îranê piştî rêzederbeyan jê kuştina Qasim Suleymanî, binkeftina peymana nukleerî û bandora wê ya neyênî li ser aboriyê û xwepêşandanên gel, 18'ê Hezîranê hilbijartinên serokatiyê tên li darxistin. Gelo sazûmaniya rêveberiyê li Îranê çawa ye û ji aliyê kê ve tê birêvebirin, her wiha yên ku dikarin bibin serok kî ne? (BI WÊNE).

CIWAN

-Li ser banga Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, bi diruşma "Tev li cenga azadiyê bibin"çalakiyên mîhrîcana werzîşê ya yekemîn dest pê dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA