Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin

Di salvegera 106'an a komkujiya Sêfoyê de, Suryanên Qamişlo û Dêrikê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û xwestin ku komujiyên ku Osmaniyan pêk anîne werin naskirin.

Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
Suryanên Qamişlo û Dêrikê banga naskirina komkujiyên Sêfo  kirin
15 hezîran, 2021   20:37
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 106'an a komkujiya Sêfo ku Osmaniyan li dijî Suryan, Ermen û Asûr de pêk anîbûn, Partiya Yekitiya Suryan çalakiyek bi diruşma "Qêrîna gelekî resen qirk kirin"  li dar xist.

Çalakî li ber avahiya partiyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi dehan şênî, nûnerên saziyên jin, civakî, çandî, siyasî û leşkerî yên ji hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî çalakiyê bûn.

Li cihê çalakiyê pankartên "Sêfo doza gelekî ku namire ye" û wêneyên ji komkujiyê hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Hevserokên Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê Senherîb Bersûm û Nezîra Gewriyê mûmên bîranînê pêxistin.

Nezîra Gewriyê axivî û bi bîr xist ku 106 sal li ser qirkirina etnîkî ya herî hovane di sedsala 20'an de derbas bû ku Osmaniyan li dijî gelê Suryan û Asûr pêk anîbûn.

Nezîra Gewriyê diyar kir ku bi fermana desthilatê, biryara qirkirina tevahî Xiristiyanan hate dayîn, di encamê de 750 hezar Suryanî şehîd bûn û wiha domand: "Ev siyaseteke plankirî bû, armanc jê koka gelê me li ser axa wê ya dîrokî rakinû nasnameya wê biçewisaîne. Ji ber vê qirkirinê tevahî milk û berhemên vî gelî hatin desteserkirin, her wiha bandorek li kesayeta gelê me kir ku heta roja me ya îro berdewam e."

Nezîra Gewriyê diyar kir ku ew di Partiya Yekitiya Suryan de hewl didin doza Sêfo bikin dozeke navneteweyî da ku îtîraf pê were kirin û got: "Tirkiyê îtîrafê bi komkujiyên ku kalikên wê li dijî gelê me pêk anîn nake. Bêyî îtîrafa navneteweyî bi mafên me ne mumkine ku edalet pêk were."

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nezîra Gewriyê bal kişand ser rola QSD'ê di têkbirina DAIŞ'ê de û diyar kir ku dewleta Tirk li ser gelên herêmê xetere ye.

Piştî axaftinan, Koma Înana ya Suryanî li ser komkujiya Sêfo şanoyeke pêşkêş kir, her wiha sinevîzyoneke li ser komkujiyê hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de meşeke bi mûman ji kolana taxa Wista heta çerxerêya Şehîdên Komkujiya Sêfo ya li kolana Qewetîl hate lidarxistin û mûm li ser peykerê çerxerêyê hatin danîn.

DÊRIK

Li Dêrikê jî, Suryan, Kildan û Asûr merasîmê bîranînê li Dêra Marşemûnî ya Suryanî li dar xist.

Piştî nimêj û sirûdên olî, mûm li pêşiya peykerê komkujiya Sêfo ya li bajarê hatin pêxistin.

ANHA