​​​​​​​Aram Hena: Komkujiyên Sêfo bi destê neviyên Osmanî berdewam in

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û gundewarên Til Temirê bi taybet bi berdewama komkujiyên Sêfo wesif kirin.

​​​​​​​Aram Hena: Komkujiyên Sêfo bi destê neviyên Osmanî berdewam in
15 hezîran, 2021   02:52
HESEKÊ-DIYAR EHMED

15’ê Hezîranê salvegera 106’emîn a komkujiyên Sêfoyê ye ku dewleta Osmanî li dijî Suryanên Asûrî pêk anîbû. Her wiha neviyê wê anku dewleta Tirk di 2019’an de piştî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê, êrişî gundewarên suryanî û asûrî yên Til Temirê kir, şêniyên wan dan koçberkirin û gundên wan talan kirin û hilweşandin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya girêdayî QSD’ê lez da parastina herêmê û bersiva êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku hîna jî berdewam in, didin .

Girêdayî mijarê, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena got, dewleta Tirk ku neviyê Osmanî ye hîna siyasetên mezinên xwe yên komkujî, qirkirin û koçberkirina suryaniyan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Hena wiha domand: "Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihaştin ber navçeya Til Temirê, wê demê me Koalîsyona Navneteweyî ji xeteriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên herêmê bi giştî, suryanî û asûrî bi taybet hişyar kir. Ji ber deweleta Tir ku neviyê Osmanî ye, dîroka wê ya demdirêj a komkujî û qirkirinan li dijî gelên me heye."

Hena da zanîn ku di vê dawiyê de zêdegavî û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên li herêmên dagirkirî bi taybet gundên Suryanî yên girêdayî Til Temirê heta bi Serêkaniyê zêde bûn û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyan qetil dikin, direvînin, mal û milkan, dêran wêran dikin. Lê tevî wê jî civaka navneteweyî têkildarî van sûcan bê deng e, mîna ku ji 106 salan ve û heta niha li hember komkujiyên Sêfo bê deng maye."

Aram Hena di dawiyê de  behsa hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê kir û diyar kir ku binpêkirin û sûcekî li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ye û wiha bi dawî kir: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe ya li hember sûcên Osmanî û neviya wê derkeve, dagirkirina xaka Sûriyê bi dawî bike, dewleta Tirk û çeteyên wê têkildarî sûc û komkujiyan muhasebe bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NjUtWDuXvyg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>