​​​​​​​Mihemed Ehmed: Şerê li herêmên Parastinê şerê tevahî Kurdistanê yê li dijî Erdogan e

Hevserokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin û got "Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê Kurdistanê yê li dijî Erdogan û çeteyên wî ye."

​​​​​​​Mihemed Ehmed: Şerê li herêmên Parastinê şerê tevahî Kurdistanê yê li dijî Erdogan e
15 hezîran, 2021   01:46
HESEKÊ

Bertekên gelê Kurd ên li dijî êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re, zêde dibin.

Hevserokê Partiya Komarî ya Kurdistanê li Hesekê Mihemed Ehmed li ser mijarê axivî û got: "Armanc ji komploya ku Erdogan û çeteyên wî yên sûcdar serkêşiya wê dikin, tunekirina neteweya Kurdistanê ne tenê li Başûr, lê belê li tevahî Kurdistanê ye."

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk hewl de tevgera neteweyî ya Kurdistanê bi giştî tune bike û got heke derfet bi dest wê bikeve dê statuya kurdî ya li Başûrê Kurdistanê tune bike.

Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li PDK'ê kir: "Baş bifikire, hesabên xwe yên ne layiqî exlaqê gelê Kurdistanê careke din di ber çavan re derbas bike, erka xwe di rawestandina vî şerî de bi cih bîne û li hemberî hikumeta Tirk û Erdogan li kêleka gelê Kurd û Kurdistanê bisekine."

Mihemed Ehmed got: "Heke bihostek exlaq li gel hikumeta Başûr hebûya ew qas agahî nedidan Erdogan ji bo êrişan li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk bîne."

Hevserokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed anî ziman ku şerê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, şerê tevahî Kurdistanê yê li dijî Erdogan û çeteyên wî ye û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişên domdar ên li ser Kurdistanê tunekirina neteweya Kurd e, çi  li Başûr be, yan li Bakur an jî Rojava an jî Rojhilat."

'JI KURDAN TÊ XWESTIN KU LI DIJÎ DEWLETA TIRK TÊ BIKOŞIN'

Ehmed da zanîn ku divê partiyên Kurdan ji bo avakirina yekitiyê bixebitin û xwe nespêrin tu kesî û got: "Divê kolana kurdî hemû enerjiya xwe ya welatparêziyê li dijî dewleta Tirk bixebitîne."

Her wiha Mihemed Ehmed li dijî dagirkeriya Tirk  banga serhildan, lidarxistina xwepêşandan û meşan, bi taybet li Başûrê Kurdistanê, kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pyV-RFU5eSc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>