​​​​​​​Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedan û yekitiyê tu çareseriyên din nîn in

Aldar Xelîl destnîşan kir ku gerîla ne tenê li hemberî Tirkiyê, di heman demê de li hemberî NATO'yê li ber xwe dide, her wiha bang li hêzên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û bi awayekî stratejîk bifikirin. Aldar Xelîl PDK'ê hişyar kir ku heger tevkariya xwe bi dewleta Tirk re bidomîne dê dawîbûna nêzîk bibe.

​​​​​​​Aldar Xelîl: Ji bilî berxwedan û yekitiyê tu çareseriyên din nîn in
15 hezîran, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN – MISTEFA ELO

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di hevdîtinekê de li gel ANHA'yê geşedanên siyasî, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, helwestên hêzên kurdistanî, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re, girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li balafirgeha Hewlêrê, her wiha desteka navneteweyî ya ji bo Tirkiyê di qirkirina Kurdan û têkbirina her projeyeke demokratîk li Kurdistan û Rojhilata Navîn de nirxandin.

Aldar Xelîl di destpêka axaftina xwe berxwedana gerîlayên azadiyê ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: "Li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke rasteqîn heye ku nayê veşartin, serkeftina vê berxwedanê dê encamên erênî ji bo her çar parçeyên Kurdistanî bi xwe re bîne. Ev berxwedan ne ji bo komek an partiyekê tenê ye, lê ji bo tevahî gelê Kurd e. Erka me hemûyan li parçeyên Kurditanê û derveyî wê piştgiriya vê berxwedanê bikin.''

''TIRKIYÊ BI DESTEKA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIRYARA QIRKIRINA KURDAN DAYE'

Xelîl, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi êrişîn qirkirinê bi nav kir û wiha dom da axaftina xwe: "Ev êriş êrişên qirkirinê ne. Dijmin bi taybet dewleta Tirk bi destek û hevkariya hin hêzên navneteweyî biryara qirkirinê dane. Di sedsala borî de anku piştî damezirandina sîstem û dewletan em li pêşberî pêvajoyekê ne ku dê nexşeyên ku di salên 1916 û 1923'an de hatine dayîn werin guhertin. Li gorî lihevkirinên ku di van her du salan de çêbûne, gelên herêmê gelek êş kişandin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk amadekariyên pêvajoyeke nû piştî bidawîbûna sedsaliya Lozanê dike, gelên herêmê jî şoreşên xwe li dar xistine."

'TÊKOŞÎNA KURDÎ NÊZÎ SERKEFTINÊ BÛYE'

Aldar Xelîl anî ziman ku têkoşîna gel Kurd gihiştiya pêvajoyeke pêşketî û nêzî serkeftinê bûye û dagirkeriya Tirk ber bi têkçûnê ve diçe û ev nirxandin kir: "Hevsengiyên dewleta Tirk û hevkarên wê bêserûber bûne,  ji ber vê yekê hewl dide hebûna xwe biparêzin, dibînin ku gelek proje li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hene li ser wan xetere ye, projeya tevgera kurdî û rizgariyê ya ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk a ji bo avakirineke civakeke nû li ser esasê azadî û pêşengtiya jinên azad wekî xeteriya herî mezin ji bo xwe dibînin, ji lew re ji salan ve li hemû parçeyên Kurdistanê êrişan pêk tînin û naxwazin ev proje bi ser bikeve. "

Xelîl îşaret pê kir ku ev êriş projeya demokratîk a li Kurdistanê dike armanc û wiha domand: "Projeyên din ku li Rojhilata Navîn derketine ji bo xwe xeter nabînin ji ber ku azadî û demokrasiyê naafirînin, lê serkeftina projeya kurdistanî dê pergalên wan hilweşîne û dê azadiya gel û civakan pêk bîne. Êrişa sala 2014'an a li ser Kobanê beşek  ji vê projeyê ye, her wiha êrişa li ser Efrînê ya sala 2018'an, êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî beşek ji van projeyan ne. Armanc ji van hemûyan şikandina hêviyên azadiyê yên gelan e. Dema ku armancên wan negihiştin serî li Şengalê fam kirin ku têkoşîneke mezin li Bakurê Kurdistanê heye bandorê li parçeyên din dike, di destpêkê de dest danîn ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê û berpirsên partiyên siyasî girtin, hêdî hêdî çalakvanên siyasî, çandî û rêxistinî kirin hedef û tu qad ji bo pêkanîna têkoşînê nehiştin. Li Başûrê jî ji salan ve naxwazin rêveberiyeke kurdî ku xwe bispêre projeya demokratîk derkeve, mînaka herî ber bi çav dema ragihandina referandomê sala 2017'an bû, ev ragihandin xeter dîtin û êrişî wê kirin, ji ber ku li ser navê Kurdistan û kurdan bû, ji ber vê yekê rêveberiya Başûrê neçar ma ku gav paşde bavêje.''

'ROJAVA LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN LI SER GERÎLA BÊDENG NAMÎNE'

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku dê Rojava li hemberî êrişên li ser gerîla û Başûrê bêdeng nemîne û got: "Beriya sal û nîvekê li Zînî Wertê, Heftanîn, Garê, Zap, Metîna û Avaşînê êrişên qirkirinê dan destpêkiri. Dagirkeriya Tirk  di êrişên li ser tevgera azadiyê de xilasiya xwe ji binkeftinê dibîne, gerîla li ber xwe dide, em li Rojava dizanin ku binkeftina gerîla an jî nebinkftina Tirkiyê dê Rojava û destkeftiyên wê têk bibin. Em nikarin bêdeng bimînin û bêjin ku tu elaqeya Rojava bi vê yekê ve nine. Heger Tirkiyê li cihekê bi ser bikeve dê derbeyan li deverên din  bixîne.''

'LI HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ ÇARENÛS YEK E'

Xelîl di berdewama axaftina xwe de banga piştevaniya aktîv ji bo berxwedana gerîlayan kir û wiha pê de çû: "Ji bo ku dewleta Tirk têk biçe pêwîstî bi helwesta piştevanî û destekdayînê heye, ne tenê bi axaftinan, lê pêwîstî bi helwestên pratîkî heye. Bi hêvî ne ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin, ji ber ku gerîla ya ku berxwedanê hebûnê raber dike rastî êrişên hovane tê."

Aldar Xelîl hişyarî da got, heger Tirkiyê çiya dagir bike dê Rojava bifetisîne, heger dewleta Tirk çiya kontrol bike dê rê li pêşiya wê were vekirin bêyî ku destûrê ji Hewlêrê bixwaze dê bighêje Bexdayê. Xelîl bang li rêveberiya Başûr kir ku helwesteke cûda nîşan bide û yekitiya kurdî ava bike.

Xelîl di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xeteriya ku Tirkiyê li ser cîhanê çêdike û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Divê raya giştî ya cîhanê bizanibe ku dewleta Tirk ne tenê li ser gerîla û PKK'ê xetere ye, di heman demê de li ser tevahiyan xetere ye. Çalakiyên ku li Cizîrê, Kobanê û Şehbayê li dar ketin çalakiyên girîng in ez silav dikim û rêzê jê wan re digirim. Di van çalakiyan de helwesta gel eşkere bû. Ya balkêş di van çalakiyan de her kes tevlê bûn, me alên tevahî partiyên Rojava, Sûriyê, Başûr û Bakur, heta bi saziyên çandî û hunerî dîtin, pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan beşdarî van çalakiyan bûn. Divê mîna van çalakiyan berdewam bikin. Ev çalakî li gelek welatan deng venda, ku ji me re diyar kirin ku bandor li wan kir."

Xelîl destnîşan kir ku meşên rûmetê yên li dijî dagirkerî û xiyanetê nameyeke kurdistanî ye û got: "Ev çalakî nameyeke kurdistanî da ku dema dijmin êrişî hêzeke kurdî bike, divê em alîkariya dijmin nekin. Lê şerm e em dibînin ku partiyeke ku dibêje kurdistanî ye, destekê dide dagirkeriyê, bi kêmanî bila li aliyekî be, lê li aliyekî jê nesekinî."

'DIVÊ PDK'Ê DESTEKÊ NEDE DIJMIN'

Têkildarî helwestên aliyên siyasî yên Başûrê, Aldar Xelîl ev tişt got: "Silav ji bo YNK, Partiya Sosyalîst û Tevgera Goranê ku helwesta xwe nîşan dan, tevî ku helwestên wan ne li gorî asta ku dihat xwestin bû, lê xwedî helwest bûn."

Girêdayî helwesta PDK'ê Xelîl wiha axivî: "Helwesta wê cûda bû, li aliyekî nesekinî, me jî dixwest ku helwestekê li dijî dagirkeriyê bide. Destekdayîna PDK'ê ji dagirkeriyê re tê wateya ku li dijî yekitiyê ye. Yekitî tê wateya girtina helwesteke yekbûyî û piştevaniya birayên xwe yên Kurd. Li aliyekî tu dibêjî tu yekitiyê dixwazî û li aliyekî din tu destekê dide dijmin, ev bi xwe nakokî ye."

'SIYASET NAYÊ WATEYA RAZÎKIRINA DIJMIN'

Xelîl helwestên welatparêziyê yên HPG'ê bi bîr xist û got: "Dema ku DAIŞ'ê sala 2014'an êrişî Şengalê kir, her wiha êrişî Mûsil heta Mexmûrê kir û berî da Hewlêrê gerîla ji çiya daket  û Hewlrê û Mexmûr parasatin, ev e yekitiya neteweyî."

Xelîl, PDK'ê muxateb girt: "Tu dibêjî tu partiyeke kurdistanî û kurdî ye ji salan ve ji bo kurdan têkoşînê dike, niha em gerîla û PKK'ê bidin aliyekî, dewleta Tirk xaka te dagir kiriye û 30 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li ser xaka te hene, ma ev ji bo te ne xeter e?. Siyaset nayê wateya razîkirina dijminan e, yekitiya neteweyî ji me tê xwestin ku dijmin razî nekin, divê tu gelê xwe û dîroka xwe razî bike."

Xelîl diyar kir ku çarenûsa kurdan bi hev ve girêdayî ye, her şikandineke li Başûr, an Bakur an jî Rojhilat dê ziyanê bighîne Rojava û her serkeftineke li parçeyekî dê fêdê li Rojava bike, heger dewleta Tirk beşek ji Kurdistanê dagir bike, şoreşa Rojava nayê misogerkirin.

'LI DIJÎ KURDAN PLANÊN QIRÊJ HENE'

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku li dijî kurdan planên qirêj hene û wiha berdewam kir: "Li Efrînê guhertina demografîk heye, kesên ji herêmên cûda tînin û lê bi cih dikin. Herî dawî filistînî lê bi cih kirin da ku di navbera me û wan de şer derxînin. Li aliyekî din rejîmê ambargoyeke giran li se Rojava ferz kiriye, çûyîna ji ber  bi Sêmalkayê ve zehmet e. Planên qirêj hene. Divê gelê me bizanibe  ku çarenûsa me, hebûna me û tunebûna me bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Pêvajoya bê pêvajoyeke hesas e, heger em baş bixebitin em ê derfeta serkeftineke dîrokî qezenc bikin, lê heger em şaştiyê bikin û tişta ku tê xwestin pêk neyînin wê dijmin bi ser bikeve."

'GIRTINA NÛNERÊN PYD Û RÊVEBERIYA XWESER RAGIHANDINA ŞER E'

Xelîl girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser wekî berdewama êrişên Tirkiyê û biryara ragihandina şer li dijî Rojava bi nav kir û ev tişt anî ziman: "Heger ku dixwazin me dorpêç bikin em ê berxwedana xwe berdewam bikin, lê dê dîrok vî tiştî binivsîne. Tevî ku nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser qanûn bin pê nekiribûn, dikarîbûn ku wan ji balafirgehê derxînin, lê çima hatin girtin em tiştekî nizanin, em nizanin bê rewşa wan çawa ye gelo sax in û di destê kê de ne. Divê tavilê werin berdan."

'ÇEKÊN KOALÎSYONA NAVNETWEYÎ DÊ LI METÎNAYÊ ÇI BIKIN?'

Xelîl bang li PDK`ê kir ku yekser hêzên xwe ji Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne û bi baldarî tevbigerin û ev li gotina xwe zêde kir:" Her kesî piştgirya şerê li dijî DAIŞ`ê kir, gelek dewletan pêşmerge perwerde kirin û li dijî DAIŞ`ê çek dan wan, di heman demê de ew agahdar kirin ku ev çek ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê ye, lê me ew  alav li Metînayê dîtin, gelo ev çawa çêbû, PDK`ê dixwaze bibêje ku gerîlayên ku parastina rûmeta Kurdistanê dikin wekî DAIŞ`ê ne? Ev jî tê wateya ku ji gel re dibêje gerîla wekî DAIŞ`ê ne. Diviyabû  bû ku PDK'ê xwe nexistiba vê helwestê, herî kêm ji parastina têkiliyên xwe yên navneteweyî kiriba."

Xelîl got, "Hin kes bang li her du aliyan dikin ku dûrî şer bikevin, ji  ber ku her du alî ne di heman helwestekê de ne, aliyekî li cihê xwe ye û aliye jî piştgiriya dijmin dike, ji lew re divê bang li aliyê ku şaş  tevdigere.

Xelîl aliyên ku hevkariya Erdogan dikin hişyar kir û ev şîrove kir: "Erdogan heta hetayê dê nemîne, herî zêde dê du salan bimîne, çûna Erdogan tê wateya hilweşandina rejîma Tirk  û wêrankirina Tirkiyê ji ber ku wî sîstemên navendî li Tirkiyê ava kir û di encamê de hêviyên xwe li ser Erdogan ava nekin."

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl bang li PDK`ê kir ku ji ser hevkariya bi dagirkeriya Tirk re vegere û ev xal rêz kirin: "Ji bingehê biratiyê, em ji PDK`ê re dibêjin, siyasetên şaş berdewam nekin, ji ber ku hûn ji rêza xwe kêm dikin û navê xwe wenda dikin, divê hûn helwestekê li hemberî dijmin bigirin û li kêleka berxwedêran bisekinin. Ger PDK`ê heman siyasetê berdewam bike em ê bi  nakokiyên mezin û parçekirineke kurtir re rû bi rû bimînin."

ꞌDIVÊ EM NEKEVIN XEFKA SIYASETA QONAXÎ Û BI AWAYEKÎ STRATEJÎK BIFIKIRINꞌ

Aldar Xelîl pêşbîn dike ku di demeke nêz de ew guhartinên girîng çêbibin û got:"Du salên li pêşiya me dê ji bo Kurdan ferzendeke dîrokî be, bala xwe bidinê welatên NATO`yê û her heftên mezin di diyalogê de ne, da ku nexşe û siyasetên herêmê careke din di ber çavan re derbas bikin. Em wekî Kurd me têkoşîneke meşand û di qada dîplomatîk û siyasî û di pratîkê de pêşketin, gelek gavên girîng pêk anî. Ji lew re divê em nekevin şaştiyê û nekevin xefka siyaseta qonaxî, lê belê divê bi awayekî stratejîk bifikirin, her wiha yekitiya xwe ava bikin û xwedî helwesteke neteweyî bin, ev e ya ku dê li Bakur, Başûr û Rojava serkeftinên mezin qezenc bike ye."

ꞌGERÎLA LI HEMBERÎ NATO`YÊ JÎ ŞER  DIKEꞌ

Di dawiyê de Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ev yek eşekre kir:"Berxwedana gerîla ne tenê li dijî artêşa Erdogan e, lê belê di bingeha xwe de li dijî NATO`yê ye jî, NATO`yê piştgiriyeke mutleq dide Erdogan, ger ne ji vê piştgiriyê ba dê Erdogan Efrîn, Serêkaniyê, Idlib, Girê Spî, Lîbya û Azerbîcanê dagir nekiriba, di heman demê de dê herêmên Başûr jî dagir nekiriba û baregeh jî ava nekiriba û Erdogan nedigot, ez paratina sînorê NATO`yê dikin. Rêber Apo bi tecrîdê re rû bi rû ye, Tirkiye bêy biryareke navneteweyî nikare tecrîdê ferz bike, ez bawer im ku NATO Erdogan ji bo astengkirina projeyên demokratîk, rizgarkirina Kurd û bindestkirina wan erkdar kiriye, lê gelê me dê heta serkeftinê li ber xwe bide, derveyî berxwedanê û yekitiyê çareserî tune ye ger ne bi vî rengî be em ê bindest bimînin."

ANHA