Partiya Yekitiya Suryanî komkujiya Sêfo bi bîr anî

Partiya Yekitiya Suryanî destnîşan kir ku komkujiyên Sêfo qirkirina etnîkî ya gelê resen e û  berdewamkirina paşguhkirin û ne hesab xwestina ji sûcdaran, dê bibe sedama ku zêdetir komkujî û qirkirina etnîk û guhertina demografî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk were.

Partiya Yekitiya Suryanî komkujiya Sêfo bi bîr anî
15 hezîran, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Suryanî îro bi daxuyaniyekê komkujiya Sêfo di salvegera wê ya 106`an de ku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Suryanan di 15`ê Hezîrana 1915`an de hate kirin, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de salvegera 106`an a qirkirina komî li dijî gelê Suryan Asûrî ji aliyê dewleta Osmanî ve hate bibîranîn. Her wiha hate gotin armanca wê ku hebûna gelên xirstiyan di wê demê de were tunekirin.

Her wiha di daxuyaniyê de şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û soza berdewamkirina têkoşînê hate nûkirin da ku mafên xwe di vê doze de îsbat bikin û gel mafên xwe bidest bixin.

Partiya Suryanî di daxuyaniya xwe de piştest kir ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî divê zexteke navneteweyî Ii dewleta Tirk were kirin û dewleta Tirk itîraf bike ku komkujî li dijî dapîrên Suryanî û Asûriyan pêk aniye û wiha got:" Paşguhkirin û ne hesab xwestina ji sûcdaran, dê bibe sedama ku zêdetir komkujî û qirkirina etnîk û guhertina demografî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk were."

Partiya Yekitiya Suryanî di daxuyaniya xwe de hemû fikirên şofînîst û terorîst ku pêkhateyên cûda tune dike, sûc û binpêkirinan pêk tên da ku planên xwe yên xeter pêk bîne, şermezar kir.

Partiya Yekitiya Suryan di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya avakirina Sûriyê li ser binghên demokratîk ku mafê hemû pêkhate, netew û olan bidest dixe û jiyana hevbeş û wekheviya di navbera her kesî de misoger dike, kir.

(bx)

ANHA