ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-06-2021'AN
14 hezîran, 2021   23:00

-Saziyên suryanî yên kantona Qamişlo bi boneya salvegera 106'an a komkujiya Sêfo, çalakiyekê bi diruşma "Qêrîna gelekî resen" li dar dixe, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke bi meşeleyan li Qereçoxê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî sewqiyatên leşkerî û şerê hêzên hikumeta Şamê ya ku desteka hewayî ji Rûsyayê digire û leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gotegot hene ku dê hêzên hikumeta Şamê operasyoneke nû pêk bînin. Lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî îhtîmala operasyonê dûr dibîne û got mebesta yekemîn ji vê operasyonê peyamekê bidin dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkanîna ezmûnên wekhev li herêma Cizîrê gaveke pîroz û dîrokî ye, xwendekarên ku tevlî ezmûnan bûn, da zanîn ku ew gelekî kêfxweş û serbilind in ku ev çend sal in bi zimanê kurdî perwerdeya xwe dibînin û îro jî ezmûnên xwe pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û gundewarên Til Temirê bi taybet bi berdewama komkujiyên Sêfo wesif kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin û got "Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê Kurdistanê yê li dijî Erdogan û çeteyên wî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Mistefa Ehmed got girtina nûnerên PYD’ê û nûnerên Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK`ê ve, berdewama siyasetên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li dijî Kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aldar Xelîl destnîşan kir ku gerîla ne tenê li hemberî Tirkiyê, di heman demê de li hemberî NATO'yê li ber xwe dide, her wiha bang li hêzên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û bi awayekî stratejîk bifikirin. Aldar Xelîl PDK'ê hişyar kir ku heger tevkariya xwe bi dewleta Tirk re bidomîne dê dawîbûna nêzîk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest ku beriya civîna NATO bi teqîna Efrînê re komployek çêbike lê biserneketiye. Îlham Ehmed got: “Dewleta Tirk bi bûyerên li Minbic û Efrînê re xwest careke din `Herêma ewle` têxê rojevê û di civîna NATO'yê de bi destek xurt biçe ser masê, lê planên wê li hev nehatin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA