Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin

Bi armanca piştevaniya zarokên bi nexweşiya penceşêrê, komeleyeke bi navê "Emîn" li Qamişloyê hate vekirin.

Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
Li Qamişlo ji bo zarokên bi nexweşiya penceşêrê  komeleyeke hate vekirin
14 hezîran, 2021   19:36
QAMIŞLO

Bi diruşma "Ber bi bişirîneke xweşik ji zarokên me re ve", navenda Komeleya Emîn a xwedîderketina li zarokên bi penceşêrê li taxa Mesarif a Qamişlo hat vekirin.

Komele ne tenê derman pêşkêşî zarokên nexweş dike, di heman demê de ji bo lênêrîna li nexweşiyên dîtir re jî, baldariya li ser tenduristiya wan a mejî, bedenî û derûnî ye. Ev hêman merheleyên girîng di lênêrîn û dermankirinê de ava dikin.

Endama giştî ya koma şîrketa Emîn, Hêlîn Hesen wiha got: "Me însiyatîfa yekemîn li herêma Cizîrê dest pê kir, bi wê re me ev komele ji bo lênêrîna zarokên bi penceşêrê vekir."

Hêlîn Hesen diyar kir ku ew 25 heta 50 zarokî ku temenên wan 10 heta 12 salî ne derman dikin û wiha got: "Armanca me ya bingehîn ji vekirina vê komeleyê, dilxwazî û mirovî ye, da ku piştevaniya derûnî ya zarokên nexweş bikin, malbatên wan zana bikin ku çawa danûstandinê bi zarokên nexweş re bikin û tev li civakê bikin."

Komeleya Emîn gelek hemle ji zarokên herêmê re li dar xistin, jê hemleya kêfxweşkirina sêwiyan, hemleya astengdaran. Hêlîn Hesen eşkere kir ku li gel wan proje û hemle hene ku piştevaniya zarokan bikin û dê derziyan bidin.

Dê kadroyên tenduristî yên taybet bi dermankirina zarokên bi penceşêrê çavdêriyê bikin û piştevaniya derûnî bikin.

Hêlîn Hesen da zanîn ku li gel wan kadroyên taybet ên tevahî beşan hene; zanista derûnî, zanista civakî û werzîşa zarokan û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê dest bi perwerde û hemleyên kêfxweşiyê yên zarokan bikin ku piştevaniya wan bikin û tev li civakê bikin, da ku bi tu kêmasiyê nehesin."

(fr)

ANHA