​​​​​​​Zanîngeha Bangkokê bi Navenda Şêwira Dîplomatîk re civiya

Li ser daxwaza Zanîngha Bangkok ku ji nêz ve Şoreşa Rojava nas bike, Navenda Lêkolînên Şêwira Dîplomatîk bi rêya bernameya Zoomê civînek li dar xist.

​​​​​​​Zanîngeha Bangkokê bi Navenda Şêwira Dîplomatîk re civiya
14 hezîran, 2021   19:04
QAMIŞLO

Hevseroka Navenda Lêkolînên Şêwira Dîplomatîk Evîn Siwêd û endamê navendê Îsa Derwîş tev li civînê bûn.

Ji Taylandê jî gelek karker, xwendekar û kesên girîngiyê didin projeya Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn. Armanc ji vê civînê ew e ku têkiliyên bi dewleta Tayland re xurt bikin û Şoreşa Rojava ji nêz ve nas bikin.

Her wiha li ser astengên ku şoreşa Rojava ji destpêkê ve pê re rû bi rû dimîne û awayê pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser jî nîqaş hatin kirin.

Beşdaran îşaret bi qada siyasî û guhartinên ku di şoreşa Rojava de çêbûne kir û herî zêde girîngî dan projeya neteweya demokratîk ku ji bo pêkhateyên herêmê sîwan e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RFBSURHXBbU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>