Pêşangeha 2’yemîn a Berhemên Herêmî bi dawî bû

Çalakiyên Pêşangeha Berhemên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xelatkirina kargeh û şîrketên beşdar bi dawî bûn.

14 hezîran, 2021   19:12
QAMIŞLO

Pêşangeha Berhemên Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Ji pîşesaziyêa ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve" li stada Kilasîko ya li Qamişloyê hate vekirin, tê berhemên herêmî hatin pêşandan.

Çalakiyên pêşangehê di roja sêyemîn de bi beşdarbûna bi dehan şêniyan bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/06/14/183428_amar-abdw.webp

Bi navê kargehên pîşesaziyê yên beşdarî pêşangehê bûne, Emar Seydo axivî, spasiya hemû kesên ku ev pêşangeh vekirine kir û hêvî kir ku di demên bê de berhemên herêmî werin zêdekirin û pêşxistin.

/ar/uploads/files/2021/06/14/183411_alshmry.webp

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Yekitiya Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El-Şemerî spasiya her kesê beşdarî pêşangehê bûye û her kesê piştgirî û berhemên xwecihî li herêmê pêşxistiye, kir.

/ar/uploads/files/2021/06/14/183358_aazad.webp

Endamê rêveber ê Gerînendetiya Pîşesaziyê ya kantona Qamişlo Azad Hiso jî spasiya beşdaran kir û da zanîn ku armanca wan a sereke ji vê pêşangehê ew e ku berhemên herêmî werin bipêşxistin û teşwîqkirin, her wiha hêvî kir ku beşa pîşesaziyê di çend salên pêş de geş bibe.

Çalakî bi xelatkirina kargeh û şîrketên beşdarî pêşangehê bûne, bi dawî bû.

Tê payîn ku pêşangeh di 19’ê Hezîranê de li Hesekê were vekirin.

(fr)

ANHA