Serokên NATO`yê li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir

serokên NATO`yê têkildarî xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir û gefên rûsî û çînî şermezar kirin, her wiha banga pabendiya bi nexşerêya Lîbyayê kir.

Serokên NATO`yê li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefan li hev kir
14 hezîran, 2021   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewletên endamên NATO`yê îro bang li Îranê kir ku bernameyên moşekên balastîkî rawestîne û piştgiriya wê ya madî û leşkerî ji milîsan re şermezar kir.

Serokan li ser xurtkirina parastina hevpar a li dijî gefên tevahî aliyan li hev kir.

Têkildarî Lîbyayê, serokên dewletên NATO`yê desthilata Lîbyayê hişyar kir ku bi nexşerê û rêxistinkirina hilbijartinan di soza wê de pabend be.

Der barê dosya rûsî de serokan di encamnameya lûtkeya NATO’yê ya li Brukselê de pêşxistina Rûsya ji çekên leşkerî re şermezar kir û bang li Moskovê kir ku li hember qanûnên navneteweyî rêzdar be.

Serokan got: "Çer ku xuya nabe ku Rûsya rêzê ji qanûna navneteweyî digire, pabendî soz û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî nabe, ne pêkan e ku rewş li xwezaya wê vegere."

Têkildarî Çînê jî serokên dewletên endamên NATO`yê fikarên xwe yên der barê xwestekên Çînê yên eşkerekirî û pêşketina wê ya nukleerî nîşan da ku bandorê li hîmên pergala navneteweyî dike.

Serokan di encamnameyê de ragihand ku xwestekên Çînê yên eşkere û reftarên wê yên domdar bandorê li bingehên pergala navneteweyî ku xwe dispêre rêgezan dike, her wiha bandorê Ii qadên ku ji bo ewlehiya NATO`yê xwedî girîngî ne dike.

Serkretêrê giştî yê NATO`yê piştî lûtke bi dawî bû di civîneke çapemeniyê de, eşkere kir ku serokên dewletên NATO`yê li ser projeya parastinê ya nû li hev kir ku ji karê bi şîrketên avakirî û zanîngahan pêk tê, her wiha sendoqeke nû jî ava kir, da ku bi rêya îstismarkirina teknolojiya nû li hundirê NATO`yê were bikaranîn.

(eh)