DKF bang li Almanyayê kir ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne

Komxebata Almanî – Kurdî (DKF) di peyama xwe ya ji bo wezîrê karên derve yê Almanyayê û partiyên CDU û SPD de îşaret bi girîngiya sekinandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê kir.

DKF bang li Almanyayê kir ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne
12 hezîran, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Kurdistanê ji aliyê gel ve li tevahî Kurdistanê hate şermezarkirin. Lê civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî di vê derbarê de bê deng in. Komxebata Almanî – Kurdî (DKF) li Almanyayê peyamek ji wezîrê karên derve yê Almanyayê re, serokê Yekitiya Xiristiyanan a Demokratîk (CDU) û serokê Partiya Sosyalîst (SPD) re şand. 

Di peyamê de wiha hate gotin: "Em wek komxebata Almanî – Kurdî (DKF) banga berpirsyariyê li dewleta Almanyayê dikin û îşaretê bi xetereya gefên li ser milyonan niştecihên herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dikin. Dewleta Tirk hewl dide rewşên Sûriyê bi rêya kûrkirina hebûna xwe di dewletê de, keysbaz bike. Ji ber wê jî dewleta Tirk ajindeyên xwe derbas bike û hesabên xwe bi yek ji pêkhateyên gelê Sûriyê re bi dawî bike ew jî gelê Kurd e.  Ev jî hewldan û siyasetên nêzetirîn ên qirkirina mirovahiyê ne. Şêwazên derveyî nirxên mafên mirovan bi kar tîne. Niştecihên resen koçber dike û li şûna wan kesên radîkal bi cih dike. Her wiha siyaseta guhertina demografiyê pêk tîne.

Piştî ku dewleta Tirk bajarên Kurdan Efrîn (2018) û Serêkaniyê û Girê Spî (2019) dagir kirin, dewletên xwedî bandor bûn sedem ku bi sed hezaran ji niştecihên resen koçber bibin, binesaziiya wê hilweşîne û herêmê di destê komên xwedî fikrên radîklal. Ji ber wê jî hilweşandina Ii Sûriyê dewam kir. Dewleta Tirk veguherî pêngaveke nû bi rêya şerê avê. Ev jî di aliyê navneteweyî de qedexekirî ye. Doza kêmkirina rêjeya ava Firatê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê û heta Mûsilê ji aliyê dewleta Tirk ve xetereyê li ser şêniyan çêdike û rewşa jiyanî li Sûriyê zehmet dike.

Piştî dorpêça ku dewleta Tirk li ser herêmên Kurdî bikar tîne û Kurd koçber kir, malbatên çeteyên rêxistina DAIŞ`ê ku ji kampa Holê reviyane li şûna wan bi cih kir. Îro jî metirsiyê li gel şêniyan ava dike. Şênî her tim ji gefên dewleta Tirk ên şer û dagirkirinên nû ditirsin. Ji ber wê jî bêaramî li gel şêniyan çêdibe. Îro jî şerê avê bikar tîne û zehmetiyên aborî li herêmê ji bajarê Reqa û heta Mûsilê zêde dike. Şêniyan van herêman rastî xeteriya birçîbûn û tîbûnê tên. Ev jî ji ber siyaseta dewleta Tirk di qutkirina ava çemê Firatê de ye. Ev jî zehmetiyên niştecihên her du dewletan (Sûriyê û Iraq) zêde dike û her du gelan bi xeteriya birçîbûn û tîbûnê re rûbirû dihêle. Wan li pêşiya du pêşniyaran dihêlin yan mirina bi tîbûn û birçîbûnê û yanî ku ji ber ji ber siyaseta dewleta Tirk û Erdogan koçber bibin.  

Her kes dizane ku dewleta Tirk bi rêya Erdogan dixwaze di çarçoveya rewşên aborî yên xirab de ku ji ber dektatoriyê, gendelî û kêmbûna azadiyan dixwaze Ewropa û DYA`yê keysbaz bike û ji ber koçberên Sûriyê gefan li cîhanê dixe. Gelek caran sînorê xwe li pêşiya koçberan vekir û vê yekê ji bo bidestxistina pereyan keysbaz dike û siyasetên xwe derbas dibe her wiha bi derbasbûna wê civakan binpê dike di nav de gelê Sûriyê û gelê Kurd.

Îro jî nêzî 1,5 milyon koçberên ji Sûriyê Ii Almanyayê hene. Ev jî ji ber rewşên şer li Sûriyê ye. Ew kes nikarin vegerin. Dewletê Tirk jî siyaseta koçberkirin û guhertina demografî pêk tîne û şerê avê li dijî gelên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne. Dibe ku ev yek bide sedem ku koça ber bi dewletên YE`yê ve zêde bibe. Revandin bi rêya dewleta Tirk tê kirin ku kaxezê keysbaz dike da ku li hember YE`yê û DYA`yê bi kar bîne. Ev jî xeteriyê zehmetiyên koçberiya nû zêde dike û divê were çareserkirin. Her wiha divê dewleta Tirk di xirakiria aramiha herêmê û gefên li dijî gelan, were sekinandin.

Tevahî cîhan zane ku dewleta Tirk gelên Kurd li her deverê dike hedef. Îro jî piştî çend salan ji binketina çareserkirina doza Kurdî li Tirkiyê şerê gelê Kurd li Sûriyê dike. Şerê navxweyî li herêmê Metîna dike da ku parçebûna di navbera civakên Kurdî ku li dijî teror û radîkaliyê têkoşîn kir. Her wiha parçebûna di navbera nêzikbûna Kurdî – Kurdî de jî zêde bike weke projeyeke ku DYA`yê û dewletên Ewropayê destekê dide wê û armanca wê jê tevlîhevkirina berjewendiyên herêmê ye. Ev jî xetereya ku niştecih ber bi herêmên Tirkiyê ve birevin zêde dike da ku bibin êzingên pêleke nû ji koçberiyê. Ev jî xetereyeke rastî li ser niştecihên ewle çêdike.

Girîng e ku îro Ewropa bikeve nava tevgerê da ku aramiyê li Sûriyê pêk bîne da ku aramî vegere.

Em wek Komxebata Almanî – Kurdî (DKF) banga me ew e ku bi lez li hember hewldanên dewleta Tirk di şerê gelê Kurd û Sûriyê de, bisekinin."

(bx)

ANHA