HPG: 9 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de, 9 dagirkerên Tirk hatin cezakirin, her wiha 2 çeper li gel wesayîtekê jî hatin rûxandin.

HPG: 9 dagirker hatin cezakirin
12 hezîran, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîla yên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê eşkere kirin. HPG’ê ev agahî dan:

“Çalakiyên li Herêma Avaşîn a di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de;

Di navbera 3-9’ê Hezîranê de li dijî dagirkerên li devera Kela Mamreşo li ser hev bi çekên giran çalakî hatin kirin. Di van çalakiyan de gelek çeperên dagirkeran hatin derbkirin.

10`ê Hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Zêrîn bi çekên giran çalakiyek hate kirin. Çeparên dagirkeran bi îsabet hatin lêdan. Saet 09:30’î jî carekî din li dagirkerên li Girê Şehîd Zêrîn bi çekên giran hate lêdan. Di vê lêdanê de 2 çeper hatin rûxandin.

4`ê Hezîranê saet 09:00’an balafirên şer bombe li Geliyê Basya barandin.

5`ê Hezîranê saet 15:50’î balafiên şer bombe li Geliyê Basya barandin. Ji ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.

10`ê Hezîranê balafirên şer bombe li Geliyê Basya barandin.

Çalakiyên li Herêma Zapê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan de:

10`ê Hezîranê saet 07:40’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

11`ê Hezîranê saet 08:30'an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan bi taktîka suîkastê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

11`ê Hezîranê saet 14:40'î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Mervan bi çekên giran çalakî hatiye kirin. Bi rengekî serkeftî derb li konê dagirkeran hatiye xistin, kon bi temamî hatiye tinekirin û 3 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran saet 15:20'an miriyên xwe bi helîkoptêra Skorskê rakirine.

11`ê Hezîranê saet qereqola li ser sînor bi obûs û hawan li qada Şehîd Şahîn daye. Di encama vê bombebaranê de li zeviyê şewat derketiye.

11`ê Hezîranê saet 11:30'an qada Karker bi balafirên şer hatiye bombekirin.

11`ê Hezîranê saet 19:30'an qereqoleke li ser sînorê qada Çemço bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

Di  çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Geverê de;

10`ê Hezîranê saet 16:30'an li dijî dagirkerên ku bi wesayita bi tîpa Transît ji Qereqola Meleyan a Şemzînê diçûne Tengava Meleyan çalakiyek bi taktîka sabotajê hatiye kirin. Wesayit hatiye îmhakirin, 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoweya Pengava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metînayê de;

11`ê Hezîranê saet 12:45'an li qada Şikêrên Sor bi çalakiya suîkastê çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin.

11`ê Hezîranê saet 15:10'an li dijî dagirkerên ku ji qada Kêstê dixwestin ber bi mewziyên şer e biçin bi taktîka suîkastê çalakî hatiye kirin. Li vir 1 dagirker hatiye cezakirin û 2 dagirker birîndar bûne. Piştre dagirkerên ku li eraziyê belav bûne, cara duyan bi taktîka sabotajê derb li wan hatiye xistin. Li vir çend dagirker hatine cezakirin zelal nebûye. Dagirkeran kuştî û birîndarên xwe bi rêya helîkoptêrên Skorsky ji qadê rakirine.

11`ê Hezîranê di navbeyna saet 21:00-21:00'an de helîkopêrên êrîşê herêma Metîna bombekirine. Bi helîkoptêran dagirkerên li Şikêrên Sor û Tengava Milîtan bi hev hatine guhartin. Li qada birîfîngê deverên nêzî niqteyên pêşmergan bi qasî saetek û nîvê hatiye bombekirin.

Operasyona dagirkeriyê ya li herêma Metîna 12'ê Hezîranê saet 05:30'an ber bi gundê Êzîdî ve hatiye berfirehkirin.”