Mehmûd Sengawî: Divê em hemû dakevin qadan û şerê li dijî PKK heram bikin

Mehmûd Sengawî bal kişand li ser çerê kurdî li dijî Kurdan û destnîşan kir ku divê her kes dakeve qadan û şerê li dijî PKK`ê heram bike û got: "Eger hemû dunya kavil bibe, ez yek guleyê li hemberî PKK’ê nateqînim."

Mehmûd Sengawî: Divê em hemû dakevin qadan û şerê li dijî PKK heram bikin
12 hezîran, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê û fermandarê Herêma Germiyan ya hêzên Pêşmerge, di salvgera şehadeta pêşmergeyê Dêrîn Heme Sengerî de axivî. Sengawî di peyama xwe de bal kişand ser şerê kurd li dijî Kurdan.

Sengawî got; “Ji bo ku dewleta Tirk ji me re bêje bijî, yan jî aliyek din yê Iraqê ji bo me bêje bijî, nabe em şerê aliyek bikin û zarokên xelkê bidin kuştin. Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şerê li dijî PKK’ê heram bikin. Di vê demê de, şerê li dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezin e."

Sengawî li ser ihtîmala şerekî li dijî PKK’ê jî dijberiya xwe anî ziman û got; “Min li ser şerekî li  dijî PKK’ê ji hevserokên YNK’ê re gotiye, eger hemû dunya kavil bibe, ez yek gule li hemberî PKK’ê nateqînim."