Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi moşekan nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a li çiyayê Erbeîn topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk topbaran kirin
12 hezîran, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand li bajarokên gundewarên başûrê Idlibê û bi taybet li eniyên Binînê, şeva înê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer çêbû.

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê, nuqteya girêdayî çeteyên dewleta Tirk a li bajarokê Merzaf kir hedef. Li aliyekî din erebeyeke sivîlan li gundê Keferlatê bi moşekan hedef girt û di encamê de kuştî û 3 birîndar çêbûn.

Her wiha çeteyên Fetih El-Mûbîn eniyên bajarokê Kenseba yê çiyayê Ekrad ê gundewarên bakurê Lazîqiyê bi gelek moşekan kir hedef. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê eniya Kebanê ya gundewarên bakur rojhilatê Lazîqiyê û eniyên sehil Xab ê bakur rojavayî Hemayê topbaran kirin.

)dm)