Hêzên ewlekariyê mayinek li Minbicê bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro mayinek li gundewarên Minbicê bê bandor kir.

Hêzên ewlekariyê mayinek li Minbicê bê bandor kir
12 hezîran, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ragihand ku agahî der barê hebûna tiştekî nenas de li navçeya Ebû Qelqel gihîştiye hêzên wan, hêzên ewlehiyê û atîma endezyariya mayinan ber bi navçeya Ebû Qelqê ve çûne.

Li ser malperê ev agahî hatin belavkirin: “Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo parastinê sivîl ji ji cihê bûyerê dûrxistin û tîma endezyariyê dest bi vekolînê kir. Piştî lêkolînê diyar bû ku mayinek hatiye çandin ku ji dûr ve tê teqandin."

Tîma endezyariyê mayin bê bandor kir bêyî ku zirarek çêbe.

)dm)