Li girtîgeha Amedê berxwedana qehremantî û dîrokî

Berxwedana qehremantî ya li girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, berxwedaneke dîrokî ye û çirûska wê ji gotina "Berxwedan jiyan e" pêket. Çalakger li hember binpêkirinên dijmin û ji bo pêkanîna xwestekên xwe bi greva biçîbûnê li ber xwe didin. Li Rojava piştevaniya ji bo berxwedana girtiyan zêde dibe.

Li girtîgeha Amedê berxwedana qehremantî û dîrokî
12 hezîran, 2021   04:16
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Berxwedana girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê ji 27’ê Mijdara par ve li girtîgehên dewleta Tirk bi daxwaza bidawîkirina sûcên Tirkiyê yên li dijî wan û bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, didome.

Greva birçîbûnê rêbazeke ji berxwedana aştiyane ye ku tê de beşdar xwarinê naxwin û di girtîgehan de protestor dikin da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin.

BERXWEDAN JIYAN E

Têkildarî berxwedana li girtîgehan, çîrokên qehremantî hene ku destan di dîroka kurdî de nivîsandin. Ev berxwedanî rêya azadiyê û bidestxistina maf nîşanî her kurdekî/ê û her azadîxwazekî/ê da. Çirûska vê berxwedanê di destpêka salên 80’î de di girtîgeha Amedê ya li Bakurê Kurdistanê de ji gotina şehîd Mazlûm Dogan a "Berxwedan Jiyan e" û hevrêyê wî şehîd Kemal Pîr a "Em bi berxwedana xwe, mirinê didin jiyankirin" dest pê kir. Ev berxwedan li hember zext û îşkenceya ku di girtîgehan de têne meşandin e, her wiha ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e bi biryardarî didome.

Di 21’ê Adara 1982’yan de çirûskên azadiyê li tevahî Kurdistanê pêdikevin. Di greva birçîbûnê ya duyemîn a li girtîgeha Amedê de, Mazlûm Dogan agir bi bedena xwe xist. Bi şehadeta Mazlûm Dogan re berxwedana greva birçîbûnê ya li girîtgehan berfireh bû. Di 14’ê Tîrmeha heman salê de girtiyan greva birçîbûnê ya bê dor û bê veger ragihandin. Lê piştî berxwedaneke qehremantî Kemal Pîr, Xeyrî Dirmuş û Akif Yilmaz gihaştin asta şehadetê.

Şêrzad Îbrahîm hevrêyê girtiyekî siyasî ku ji 27’ê Mijdara borî ve di greva birçîbûnê de ye wiha got: "Tu gotin nikarin mafên berxwedana ku girtiyên siyasî pêk tînin, bidin."

‛BERXWEDANA WAN HÊZÊ DIDE ME’

Îbrahîm wiha domand: "Berxwedana wan hêzê dide me û moralên me bilind dike, her wiha ji me re rastî û rêbazên azadiyê eşkere dike. Girtî dema bi telefonê bi me re diaxivin, diyar dikin ku berxwedana girtîgehan deynekî li welat û gel e û berxwedana geş dibe."

Îbrahîm destnîşan kir ku siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û hêzên gerîla, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çewisandina li dijî Bakurê Kurdistanê, nîşaneyên bêçarebûna dewleta Tirk li hember berxwedana gelê Kurd e û wiha got: "Ji lew re dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide siyasetên xwe pêk bîne."

‛EM Ê PIŞTEVANIYA GIRTIYAN BIDOMÎNIN Û RÊÇA WAN BIŞOPÎNIN’

Îbrahîm da zanîn ku ne ji eşqê azadiya yê li gel her kurdekî/ê hebûya, qehreman nediwelidîn û li hember dijmin nedisekinîn û wiha pê de çû: "Lê belê divê em asta têkoşînê bilindtir bikin û piştevaniya berxwedana girtîgehan bikin ku bigihînin armancên xwe yên bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan. Divê bê dudilî li ser rêça wan bimeşin, ji ber ku doza wan doza me ye jî."

Îbrahîm wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan berdewam bikin, çawa girtiyên siyasî rêya hevrêyên xwe yên gihaştine asta şehadetê şopandin, em ê jî li ser şopa wan bin."

Şêrzad Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ew ji bo me şewqa ku rêya azadiyê, pêkanîna demokrasî û wekhevî ji tevahî gelên bindest re diyar dikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NN3_vHIq5Es" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>