Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e

Şêniyên bajarê Şedadê û gundewarên wê gazinan têkildarî gelek pirsgirêkên tenduristiyê dikin, jê navçûyîn û zikêş ku sedema wê jî ava ne paqij e û bi rêya sehrîcên ji bîrên Şimoka û Til Birak ên gundewarên Hesekê tê.

Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
Ji ber qirêjiya avê li Hesekê nexweşî berbelav e
12 hezîran, 2021   00:44
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê destwerdana stasyona sereke  ya Elok kir ku ava vexwarinê dide milyonan şênî, welatî ava xwe ya vexwarinê bi rêya sehrîcan ji bîrên stasyonên li Hesekê, dabîn dikin.

Welatiyê bi navê Ebûd El-Tirkî yê ji şêniyên El-Becedliyê yê li gundewarê rojhilatê Şedadê axivî û got miqdarên ava ku digihêje wan kêm e û têra debara wan nake, li  aliyekî din jî qirêj e û dibe sedem ku zarok û mezin nexweş bibin.

El-Tirkî da zanîn ku nexweşiyên ji ber ava vexwarinê çêdibin, navçûyîn e ku bêhtir zarok pêk dikevin û jehirî ye, ev tevahî jî li navendên tendustiyê yên navçeyê têne dermankirin.

El-Tirkî da zanîn ku dikaneke wî ya madeyên xwarinê heye û şûşeya avê bi 500 lîreyên Sûriyê difiroşe, lê heke şêniyan li şûna ava sehrîcan ava şûşeyan kirî, wê demê bar giran dibe.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Besam Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku ava vexwarinê ji berê de bi rêya sehrîcan digihaşt welatiyan, lê paqij dihat û tu kesî gazin nedikir, ji ber jêdera sereke ya wê stasyona Elok bû.

Îbrahîm ev li gotina xwe zêde kir: "Ava ku ji beriya du mehan ve digihêje me heta asteke mezin qirêj e û nayê vexwarin, di  heman demê de dibe sedema ku jeherî çêbibe û rovik biêşin."

Endamê Rêveberiya Navenda Tenduristiya Gel a Şedadê Îsmaîl Hec Mihemed axivî û got: "Bi destpêka demsala havînê re nexweşiyên ku têne navendê; jehirî û navçûyîn in ku sedema vê jî qirêjiya avê û xwarina madeyên servekirî ne. Li ser vê yekê navend li gorî derfetên xwe derman pêşkêş dike. Piraniya nexweşên ku têne navendê zarok in."

Îsmaîl Hec Mihemed di berdewama gotina xwe de ev derbirî: "Av li piraniya herêmên Cizîrê qirêj bûye yan jî nayê vexwarin û ev dihêle pirsgirêkên tenduritiyê yên şêniyan û niştecihên herêmê zêdetir bibin."

Îsmaîl Hec Mihemed ev xal rêz kirin: "Rêbaza yekane ya paqijkirina avê bi rêya parzûnên taybet ên paqijkirina avê ye yan jî bi rêya dezenfektekirina bi klorê ye. "

Hac Mihemed di dawiyê de got divê şêniyên herêmê bi rêya parzûnan avê paqij bikin û ji bo parastina zarokên xwe tedbîrên pêwîst bigirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uX8PiJ9s10o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>