Rûspî û siyasetmedar Erka xweparastinê erka her mirovî ye

Siyasetmedar û rûspiyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku erka xweparastina erka her kesên ku li ser vî erdî dijîn e û ev pirs kir: "Ma gelo gefên dewletên herêmê bi dawî bûne ku erka xweparastinê ji holê rabe?"

Rûspî û siyasetmedar Erka xweparastinê erka her mirovî ye
12 hezîran, 2021   03:01
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Di hefteya derbasbûyî de li bajarê Minbicê xwepêşandanên aştiyane li dar ketin, lê hin aliyan xwest van xwepêşandanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin, ewlehî û ararmiya herêmê têk bibin, di heman demê de di navbera pêkhateyan de provaksyonan derxin, da ku beşeke ji gel bi rêya îbtalkirina erka xweparastina li dijî Rêveberiya Xweser derkevin.

Endamê Rêveberiya Desteya Rûspiyên Navçeya Dirbêsiyê Mihemed Mele Heysem Xelîl diyar kir ku ji mafê her gelekî ye ku bi awayekî aştiyane dakevin qadan û biryarên ku ji aliyên peywendîdar ve tên dayîn red bikin, lê bûyerên li Minbicê qewimîn, windahiyên ku çêbûn û zirarên ku gihaştin avahiyên giştî bi armanca derxistina provaksyonan in.

Mihemed Mele Heysem bal kişand ser bikaranîna bûyerên li Minbicê û got:"Di rewşên wiha de xwediyên provaksyonan û xerabkirinê hewl didin van xwepêşandanên aştiyane bi kar bînin û mezin bikin, hin aliyên hundirîn û derve hewl didin ewlehî û aramiya herêmên Rojava têk bibin û bandora van bûyeran li gel kir."

ꞌKESÊN PARASTINA ERDA XWE NAKIN NE JI MAFÊN WAN E KU LI SER BIJÎNꞌ

Mihemed Mele Heysem behsa erka xweparastinê kir û wiha pê de çû: "Mirovê ku li ser erdnîgariyekê dijî û sûdê ji xêrên wê werdigire û ji ava wê vedixwe, dema rastî êrişan were divê parastina wê jî bike û li hemberî vê yekê kesên parastina erda xwe nakin ne ji mafên wan e ku li ser bijîn."

Mihemed Mele Heysem bal kişand ser girîngiya erka xweprastinê ya bi armanca parastina welat û ev şîrove kir: "Ger ne ji erka xweparastinê ya ku ji şêniyên herêmê pêk tê bûya, dê her terorîstî derbasî herêmên me bibûna û kiryarên xerabkirin û wêrankirinê pêk bianiya."

Xelîl îşaret bi parastina ciwanan a ji erd û rûmetê re ya di serdema pêxember Mihemed de kir û got di wê demê de artêş û leşkerên ciwan hebûn ku parastina erd û şerefa xwe dikirin da ku parastina welat û ola xwe bikin.

Endamê Rêveberiya Desteya Rûspiyên Navçeya Dirbêsiyê Mihemed Mele Heysem Xelîl di dawiyê de piştrast kir ku erka xweparastinê erka her kesî ye.

ꞌREDKIRINA BEŞDARIYA JI HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ REꞌ

Li aliyekî din jî endamê Nivîsgeha Siyasî yê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Muslim Ebas axivî û wiha got: "Bûyerên li Minbicê qewimîn ne di kêliyekê de derketin, lê belê ji dema ku Rêveberiya Xweser hate avakirin de, hikumeta Şamê û cîrana wê Tirkiyê şaneyên veşartî zindî dikin da ku di navbera gel de tevliheviyê derxin, ewlehî û aramiya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger e, têk bibin."

Ebas Musa bûyerên Minbicê, taxa Teyî û navçeya Şedadê bi hev ve girê da û da zanîn ku bûyerên dawî beriya bûyerên Minbicê qewimîn ku piştî Rêveberiya Xweser red kir sendoqên hilbijartinên serokatiyê deyne, pêk hat, ji lew re hikumeta Şamê li herêmê şaneyên veşartî zindî kirin û tevlihevî derxistin.

ꞌHER KÊLÎ TÊNE ARMANCKIRINꞌ

Têkildarî daxwazên îbtalkirina erka xweparastinê Muslim Ebas ev nirxandin kir: "Gelo em di rewşeke aram û aştiyeke leşkerî û siyasî de ne heta  ku em erka xweparastinê rakin? Em her kêlî ji aliyê dewletên herêmê ve têne hedefgirtin ku herêmên me dagir bikin, nexasim aliyê  Tirkiyê û çeteyên wê ve."

Muslim Ebas di dawiyê de ragihand ku qanûna xweparastinê li gel tevahiya zindiyan heye da ku parastina jiyana xwe bikin, ji lew re divê erka xweparastinê xurtir bibe da ku parastina ewlehî, aramiya herêmê û destkeftiyên ku bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re hatine bidestxistin, pêk were.

(eh)

ANHA