Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê; Armanc piştevaniya qurbaniyan û pêkanîna edaletê ye

Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku dagir kiribûn sûcên herî qirêj pêk anîbûn, hin jê hatin belgekirin, lê hinên din nehatin belgekirin. Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin da ku bibe beşek ji xebatên dadgehekirina DAIŞ'ê heta ku edalet pêk were.

Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê; Armanc piştevaniya qurbaniyan û pêkanîna edaletê ye
11 hezîran, 2021   23:38
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

DAIŞ'ê ji malzaroka rêxistina El-Qaîde ji aliyê çete Ebû Miseb El-Zerqawî  ve di Îlona 2003'yan de bi navê Koma "Tewhîd û Cîhad" hate avakirin da ku li hemberî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê şer bike.

Piştî derdora 3 salan, El-Zerqawî di 7'ê Hezîrana 2006'an de hat kuştin. Piştre damezirandina "Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" an ku DAIŞ'ê hate damezirandin ku 6 parêzgehên Iraqê; Bexda, Enbar, Diyala, Kerkûk, Selahedîn, Nînewa û beşên ji parêzgeha  Babilê di nav xwe de digire.

Bi destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji Iraqê re di buhara 2003'yan de, bûyerên teqînan li herêmên Iraqê bi taybet ên Êzidî û Şîî rû dan, ne DYA û ne jî artêşa Iraqê dikarîbûn rewşa ewlehiyê kontrol bikin.

DESTWERDANA LI SÛRIYÊ

Bi destpêka şoreşa Sûriyê re di sala 2011'an de, çeteyên DAIŞ'ê ji vê rewşê sûd wergirtin da ku derbasî welat bibin, nemaze di dema ku hêzên herêmî mîna Tirkiyê û Qeterê destwerdan kirin û destek dan komên çete yên girêdayî Îxwan El-Muslimîn û komên dîtir ên tundraw de.

Di 21'ê Tîrmeha 2013'yan de, DAIŞ'ê cara yekemîn derbas bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, gelek mal teqandin û piraniya niştecihên Kurd dan koçberkirin. Piştre deriyê sereke yê bi Tirkiyê re dagir kir.

Bi dagirkirina deriyê sînor re, êdî destekdayîna ji aliyê Tirkiyê ve ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyê û Iraqê vekirî ma. Bi vê yekê re hişt ku DAIŞ'ê êrişî herêmên din bike, bi taybet ên li ser rêya bejahî yên Reqa, Dêrazor û heta sînorê Iraqê.

Piştî hêzên hikumeta Şamê vekişiyan, di 14'ê Çileya 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqayê bi temamî dagir kirin û wekî "Paytexta xîlafetê" ji xwe re girtin û sûcên herî hovane li dijî sivîlên wê pêk anîn.

SÛCÊN BELGEKIRÎ

Li gorî Tîma Bersivdayîna Lezgîn a Reqayê, ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve di sala 2017'an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, 28 gorên komî hatine dîtin. Gorên ku hatine dîtin li van cihan in; Til Zêdan, Telayai, Fexîxa, Panorama, Stadyoma Reşîd û Çerxerêya Meqes. Ji van goran 6 hezar û 100 cenaze hatin derxistin, ji wan 700 hatin naskirin. Ji bilî van, di malan de jî gorên komî hatin dîtin.

Di Tebaxa 2014'an de,  çeteyên DAIŞ'ê dîmenekî serjêkirina sivîlan parve kir. Di dîmen de çeteyê bi navê Mihemed Amozayî ku bi navê El-Cîhadî John tê naskirin bi awayekî hovane serê rojnamevanê amerîkî James Foley jê dike.

Li gorî Nivîsgeha Azadiya Jinên Êzidî, ji roja yekem a êrişên li ser Şengalê ve ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de dest pê kirin, çeteyên DAIŞ'ê hezar û 193 êzidî qetil kir, 63 perestgehên wan wêran kirin, her wiha 80 gorên komî yên êzidiyan hatin dîtin.

Li gorî saziyên êzidiyan, heta rizgarkirina Şengalê di 2015'an de, hejmara êzidiyên ku hatine revandin gihaşt 6 hezar û 417'an, di nav de 3 hezar 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hebûn. Hezar û 201 hatin rizgarkirin, 3 hezar û 537 mêr in, lê çarenûsa hezar û 190 jin ne diyar e.

Di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser taxên bajarê Kobanê û gundê Berix Botan ê başûrê wê û  komkujiyeke pêk anîn. Di komkujiya ku bi navê "Komkujiya Kobanê" hate binavkirin de, 242 sivîl hatin qetilkirin.

Komkujî û sûcên ku DAIŞ'ê pêk anîne û yên ku hatine belgekirin, beşek biçûk ji sûcên ku nehatin belgekirin. Tevî ku çeteyên DAIŞ'ê di 23'yê Adara 2019`an de di baregeha wê ya dawî ya li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de ji aliyê QSD'ê ve hatin tunekirin, lê xeteriya wan hîna bi dawî nebûye. Şaneyên wê yên veşartî li herêmê, bi taybet li kampa Holê ya ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê çalak in. Li vê kampê derdora 60 hezar kes hene, di nav de 8 hezar û 965 jinên DAIŞ'î, di nav 2 hezar û 625 malbatan de, piraniya wan zarok in, hene.

Bi armanca belgekirina sûcên çeteyên DAIŞ'ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 27'ê Gulana borî de, Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî bi sponseriya rêxistina hiqûqî ya Medico International a alamanî û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovaniyê (Fight for humanity), Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir.

ARMANCÊN FORUMA QURBANIYÊN DAIŞ`Ê

Rêveberê Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê Mihemed Balcî têkildarî armanca avakirina Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, da ku piştgiriyê bide qurbaniyên çeteyên DAIŞ'ê, dengê wan bike yek û nûnertiya wan di qadên navneteweyî bike. Her wiha diyar kir ku hizirkara avakirina vê forumê di Gulana 2019'an de di civîneke navneteweyî de têkildarî darizandina endamên DAIŞ' derket.

Balcî got: "Xebatên avakirina vê forumê bi koordîneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û di kongreya navneteweyî de ku Rêveberiya Xweser jî tê de hazir bû fikira beşdarkirina qurbaniyên DAIŞ'ê di dozeke muhtemel a darizandina wan de derket."

Der barê kongreyê de Balcî, diyar kir ajansên Neteweyên Yekbûyî yên têkildar, rêxistinên navneteweyî û pisporên qanûnî, doplomatên ji gelek dewletan di nav de endamên dayîm ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hazir bûn.

Mihemed Balcî got, armanca avakirina Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê ew in ku qurbaniyên DAIŞ'ê bibe beşek ji xebatên darizandina DAIŞ'iyan da ku karibin daxwaza edaletê bikin û tawîzan werbigirin û wiha domand: "Forum dê li gorî belge û rêziknameya xwe bixebite. Endamên wê 13 kes in, komîteyeke rêvebirinê heye ku ji 3 kesên ji civakên erebî, xiristiyan û kurdî pêk tê."

XEBATÊN FORUMÊ

Baclî bal kişand ser xebatên Foruma Qurbaniyên DAIŞ'ê û got: "Pêwîstiya endamên forumê bi xurtkirina kirinên wan ên têkildarî lêpirsîn, pîvanên navneteweyî yên komkirina delîlan, rêbazên belgekirina binpêkirinên li dijî sivîl û Milkan heye. Forum dê vexwendnameyê ji aliyên aktîv ên herêmî û navneteweyî re bişîne da ku wê xurt bike, her wiha dê banga destekdayînê ji aliyên aktîv ên têkildar re bixwaze. Divê forum li ser asta herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were birêxistinkirin. Armanca forumê ya niha bi kêmanî 5 forumên şaxî ava bike."

Balcî destnîşan kir ku qurbanî bi giştî pêşbiniya edalet û dayîna tawîzan dikin, beriya her tiştî bi hewcedar in ku wekî qurbanî ji aliyê desthilatên xwecihî û navneteweyî werin naskirin.

DEWLET Û RÊXISTINÊN KU BEŞDARÎ FORUMÊ BÛNE

Têkildarî dewlet û rêxistinên ku beşdarî forumê bûne Balcî ev tişt diyar kir: "Dema niha, forum bi desteka rêxistina Medico International û Rêxistina Têkoşîna ji bo mirovahiyê hatiye avakirin, ji bo avakirina vê forumê me agahî da gelek dewlet û rêxistinan, em di wê baweriyê de ne ku dê elaqeyeke mezin ji bo piştevanî û xebata bi forumê re hebe. Ji ber ku divê kesên ku ziyan dîtine pêşengtiya vê bike û rêxistin jî nûnertiya wan dikin.

Xebatên forumê demdirêj in, divê destekdayîneke xurt jê re were dayîn da ku li ser erdê were naskirin û qurbanî werin naskirin. Dê endamên forumê li ser çawaniya belkirina binpêkirin û sûcên şer werin perwerdekirin. Em bi hêvî ne ku ev forum roleke girîng di avakirina aştî û lihevanînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilîze."

ANHA