Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome

Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê bi axaftinên beşdarên kongreyê û xelatkirina 2 saziyan ji aliyê meclisê ve, berdewam dike.

Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
Kongreya Meclisa Jinan a 1’emîn didome
11 hezîran, 2021   09:13
QAMIŞLO

Vê sibê kongre bi dirûşma “Şoreşa jinê misogeriya civaka demokratîk û azad e” bi tevlêbûna 200 delegeyan dest pê kir.

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah axivî û behsa aloziya aborî û tenduristiyê kir ku cîhan hemû tê re derbas dibe û diyar kir ku ev alozî siyaseteke birêxistinkirî ya dewletên kapîtalîst e û wiha domand: “Divê em têkoşînê li hemberî van planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin bikin.”

Asya wiha berdewam kir: “Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî têkoşînekê ne. Lewra divê wek Meclisa Jinan em destkeftiyên li herêmên hatine bidestxistin, biparêzin. Aloziyê çareser bikin û divê jin roleke çalak di destûra Sûriyê de bilîzin.”

Aysa piştrast kir ku divê rêxistinên siyasî yên jinan ên li Sûriyê bibin beşek ji destûra Sûriyê û divê siyasetên li dijî jinan li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer axivî û lidarketina kongreyê li hemû jinan pîroz kir û got: “Kongre di şert û mecrên pir dijwar de li dar ket. Ji ber wê kongre xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku jin di Rêveberiya Xweser de li hemberî hemû astengiyan li ber xwe didin û tê dikoşin.”

Emîne diyar kir ku aloziya Sûriyê ji ber bêdengiya civaka navneteweyî berdewam e û wiha pê de çû: “Divê civaka navneteweyî çareseriyekê ji vê aloziyê re bibîne bi taybet tundî û siyasetên li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne kirin.”

Emîne da xuyakirin ku divê çareserî siyasî be û jin tê de roleke aktîf bilîzin.  Emîne bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî û got armanc qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê ye.

Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro axivî û pêwîstiya yekitiya jinan destnîşan kir.  Cîhan axaftina xwe wiha domand: “Gelek aliyên xwedî ajande hewl didin projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Lê têkoşîna me ya domdar a li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk bersiveke diyar a her hewldaneke derxistina fîtneyê û tunekirina destkeftiyên şehîdan e.”

Cîhan ragihand ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê berdewam bike da ku dikekê ava bikin ku hemû jinên sûrî tê de beşdar bibin û bi rêya pêşxistinan jinan ber bi pêşerojeke nû ve bibin da ku mafên wê misoger bibin.

Her wiha bi navê YPJ`ê Sewsen Ferhad axivî û da xuyakirin ku jinan roleke girîng di dabînkirina ewlehiya li herêmê de lîst û cihê xwe di eniyan de girt û bi ser ketin. Sewsen bang li hemû jinan kir ku ji cîhanê re îsbat bikin ku dikarin azadiya civakê biparêzin.

Piştî bidawîbûna axaftinan Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Meclisa Malbatên Şehîdan û Saziya Gaziyan xelat kirin.

(şx)

ANHA