​​​​​​​Elî Bapîr: Tirkiyê ji me xwest em PKK’ê wek terorîst bi nav bikin

Serokê Komeleya Dadgeran a Kurdistanê Elî Bapîr da zanîn ku dewleta Tirk ji wan xwestiye PKK’ê wek terorîst bi nav bikin û got “Min ev yek red kir, lê nûnerên YNK û PDK’ê li wir got ew ê bi mektebên siyasî yên partiyên xwe re bişêwirin.”

​​​​​​​Elî Bapîr: Tirkiyê ji me xwest em PKK’ê wek terorîst bi nav bikin
11 hezîran, 2021   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komeleya Dadgeran a Kurdistanê Elî Bapîr li Brîtanyayê di semînerekê de axivî. Elî Bapîr bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên li dijî PKK’ê û got: “Carekê me bi Hemeî Hacî Mehmûd re serdana Tirkiyê kir, li wir em bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re civiyan. Berpirsên Tirkiyê ji me xwest em PKK’ê wek terorîst bi nav bikin. Nûnerên PDK û YNK’ê li wir got dê bi mektebên siyasî yên xwe vê yekê bişêwirin.”

Elî Bapîr diyarkir ku wî di wê civînê de li ser daxwaza Tirkiyê gotiye: “Pêwîstiya min bi şêwirê tune ye û ez li vir ji were dibêjim. Ji ber ku PKK bi Tirkiyê re şer dike, ez PKK’ê wek terorîst pênase nakim. Ji ber ku PKK parastina miletekî mazlûm dike. Ev bersiva min gelek zora wan çûbû.”

Her wiha Elî Bapîr di semînerê de got: “Min pirtûkek li ser terorê nivîsandiye, ev pirûk li zimanên farisî, erebî û tirkî hatiye wergerandin. Pênaseya terorê kesên ku parastina miletê xwe dikin, nagire nava xwe.”