Berdevkê artêşa Iraqê: Tirkiye heta 20 kîlometreyan ketiye nava xaka Iraqê

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul got “Artêşa Tirk bi qasî 20 kîlometre ketiye nava xaka Iraqê, ev jî binpêkirina serweriyê ye û dagirkirina xaka Iraqê ye.”

Berdevkê artêşa Iraqê: Tirkiye heta 20 kîlometreyan ketiye nava xaka Iraqê
11 hezîran, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul di daxuyaniyeke çapemeniyê de axivî û behsa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Iraqê kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Yehya Resul piştrast kir ku artêşa Tirk bi kûrahiya 20 kîlometreyan ketiye nava xaka Iraqê û got: “Ev yek li gorî lihevkirina her du aliyan, gelekî zêde ye. Artêşa Tirk hejmara baregehên xwe yên di nava herêma Kurdistanê de zêde kirine. Hatina ber bi pêş a dewleta Tirk ne rast e, divê Tirkiye rêzê li serweriya Iraq û welatên cîran bigire.”

Her wiha Yehya Resûl diyar kir ku baweriya wan bi rêyên dîplomasiyê heye û got: “Ya ku îro li ser xaka Iraqê çêdibe, dagirkeriyek mezin e. Dewleta Tirk qada hewayî ya Iraqê binpê kiriye, divê bi rêya sîstema parastina esmanî, ev yek were çareserkirin.”