Jinên Qamişloyê banga li pêşmergeyên PDK`ê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk

Jinên Qamişloyê bang li pêşmergeyên PDK`ê kir ku nekevin xefika şerê birakujiyê û got "Pêşmerge ewldanên me ne, divê bi aqilane tev bigerin û nekevin xefika ku dewleta Tirk vegirtiye."

Jinên Qamişloyê banga li pêşmergeyên PDK`ê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk
11 hezîran, 2021   08:46
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Bertekên gel ên li dijî êrişên qirkirin û dagirkirinê yên ku ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî  herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tên û piştgiriya PDK ji dagirkeriyê re, berdewam dikin.

Jinên Qamişloyê ya girêdayî herêma Cizîrê ev piştgirî red kir û bang li pêşmergeyên PDK`ê kir ku bi aqilane tev bigerin, her wiha careke din nekevin şaşiya ku serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ketibûyê.

ꞌBI LINGÊN XWE HATIN Û DI DARBESTAN DE VEGERIYAN

Welatiya bi navê Bedîa Emîn da zanîn ku Kurd ne wekî berê ne û serîtewandinê qebûl nakin, ew ê piştgiriya gerîla bikin ku parastina Kurdistanê dikin û wiha got: "Dagirker bi lingên xwe hatin çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê lê di darbestan de vegeriyan."

Bedîa ev li gotina xwe zêde kir: "Ev erda me ye, em qebûl nakin ku dewleta dagirker a Tirk piştî niha aramiya wê têk bibe. Ez hêvî ji hikumeta Başûrê Kurdistanê dikim ku bersiva êrişên Tirkiye yên li dijî erda xwe bide û nebe parçeyek ji plana diyarkirî ya êrişan."

Bedîa ev pirs kir: "Ji kengî ve çiyayên Kurdistanê ji dewleta re bûbûn cih ku bibêje ev erda wan e? Kesên êrişî van çiyayan bikin ew ê bi berxwedanê re rû bi rû bimînin, pêwîstiya me îro bi hevgirtinê heye ne bi parçekirinê."

ꞌTENÊ ERDOGAN SÛDÊ JI PROVOKASYONAN DIBÎNE

Welatiya bi navê Sureya Cuma destnîşan kir ku şerê navxweyî dikeve xizmeta Erdogan û ev e ya ku dixwaze pêk bîne, dixwaze Kurd hev qetil bikin û ev xal rêz kirin: "Erdogan û Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyerên rû didin, plan kirine û li ser vê yekê li hev kirine, helwesta wan a li hemberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd diyar e."

Sureya da zanîn ku tenê Erdogan sûdê ji derxistina provokasyonan dibîne û ev şîrove kir: "Pêşmerge di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd ketin û ji her kesî ve diyar bû, ji lew re divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nekeve xefika şerê birakujiyê û ger ev pêk were dê bikeve xizmeta dijminan."

ꞌDIVÊ HIKUMETA BAŞÛR BI AQILANE TEV BIGERE

Welatiya bi navê Nafiye Esad diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê di van êrişan de hevkara dewleta Tirk e û ya ji vê zelaltir jî li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê piştgiriyê dide dewleta Tirk. Nafiye Esad da xuyakirin ku ji destpêka avakirina PDK`ê ve dîroka wê tijî xiyanet e.

Nafiye Esad got Tirkiye dixwaze bi rêya tevlêkirina PDK`ê ya ji êrişan re, hegemonyaya xwe li ser herêmê ferz bike, lê belê bi saya berxwedana gerîla dê armanca wan negihêje serî.

Nafiye Esad bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku bi aqilane tev bigere û ji ser planên bi armanca derxistina provokasyonan û şerê Kurdan vegere û ev lê zêde kir: "Em bang li hêzên PDK`ê bi taybet dikin ku nekevin şaşiyên ku Mesûd Barzanî dike, pêşmerge jî ewladên me ne û divê bi aqilana tev bigerin di heman demê de nekevin xefika ku Tirkiyê ji wan re vegirtiye, wê demê em ê piştevan û alîgirên wan bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/buvuO8Em5H4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>