Mosekviyan bang li gelê Ereb kir ku li hemberî planên dewleta Tirk bisekinin

Hamo Mosekviyan destnîşan kir ku armanca Erdogan Başûrê Kurdistanê û parçeyên ji Sûriyê û Iraqê  tev li dewleta Tirk bike û got, divê Ereb li hemberî planên Erdogan yekitiya xwe ava bikin.

Mosekviyan bang li gelê Ereb kir ku li hemberî planên dewleta Tirk bisekinin
11 hezîran, 2021   06:49
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Hiqûqnas û çalakgerê siyasî yê lubnanî Hamo Mosekviyan ku bi eslê xwe ermenî ye, di hevdîtinekê de li gel ANHA'yê diyar kir ku Tirkiye bi hovîtî nêzîkî gelan dibe, nêzîkatiyên wê wekî yên Mongol û Tataran e, tev li qirkirina gelek şaristaniyan ji Asya Navîn bigire û heta bi Îranê, Ermînya, Corciya û Rojhilata Navîn bû.

Mosekviyan got,  dewleta Tirkiye û beriya wê jî dewleta Osmanî her tim komkujiyan, talankirin û wêrankirinê pêk tînin û di bin hukmê Erdogan de dixwaze Sûriyê bi ser dewleta xwe ya Osmanî ya nû veke.

ꞌTIRKIYE HER TIM DIXWAZE WÊRANIN Û QETILKIRINÊ PÊK BÎNEꞌ

Mosekviyan destnîşan kir ku Erdogan hewl dide sûriyan, bi taybet Kurd, Suryan, Ermen, Ereb û Êzidî yên li Bakurê Sûriyê yên ku bi hev re bi aştî û hevaltî dijîn, qetil bike

Mosekviyan eşkere kir ku Tirkiye jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera gelan red dike û her tim dixwaze wêranî, talakirin, xerabî û qirkirina gelan pêk bîne û ev şîrove kir:"Ji lew re Erdogan her ji demekê êrişî Bakurê Sûriyê dike, mînaka wê jî Efrîna dagirkirî ye ku demografiya wê diguhere, lê dîroka tirkî tije xwîn, komkujî, girtin û derbe ye."

ꞌARMANCA ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WÊ TEV Li XAKA XWE BIKE'

Mosekviyan bal kişand ser êrişên dagirkirinê yê dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku ji 23'yê Nîsanê ve dest pê kirin û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan beşeke mezin ji Iraq û Başûrê Kurdistanê tev li xwe bike.  

Hiquqnas û çalakgerê siyasî yê lubnanî yê ermenî eşkere kir ku armanc ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê statûyeke kurdî çênebe.

Hamo Mosekviyan bi bîr xist ku êriş hemwextî salvegera komkujiya li dijî Ermenan dest pê kirin ku Osmaniyan pêk anîbûn, ruxmî ku Biden ev komkujî nas kir û got:" Ev êriş nameyeke ji Biden û her kesî re ye ku Tirkiye ne, bi  komkujiyan re eleqedar in û guh li tu kesî nakin. "

ꞌDIVÊ EREB YEKITIYA XWE AVA BIKIN'

Çalakgerê siyasî Moskviyan diyar kir ku êrişên Tirkiyê ne tenê li dijî Kurdên li Sûriyê û Iraqê ye, di heman demê de li dijî neteweya Ereb e û got, divê Ereb rastiya vê yekê nas bikin û yekitiya xwe ava bikin, bi yekitiyê wê Tirk cesaret nekirin ku êrişî tu herêmê bike.

Çalakgerê siyasî û hiquqnas Hamo Mosekviyan ev nirxandin kir:"Divê Ereb li dijî xeteriyê yekitiya xwe ava bikin. Di dîrokê de avên Dicle û Firatê ji çiyayên Ermenistanê diherike, lê Tirkan dest danîn ser, li ser wan bendav ava kirin û bi ava ku tu mafên wan tê de tune ye dilîzin, sûdê ji rewşa dijwar û qutkirina avê ya li ser Bakurê Sûriyê û Iraqê werdigirin, da ku di navbera dewletên erebî de fitneyan derxin, ji ber bêyî redkirineke erebî av tê re diherike."

ꞌDIVÊ EM XWE NESPÊRIN HÊZÊN NAVNETWEYÎꞌ

Hamo Moskviyan di dawiyê de ev got:"Tiştek heye ku nabe mirov paşguh bike ew e di NATO`yê de Tirkiye hêzeke leşkerî ya duyemîn e, di encamê de nabe em xwe bispêrin Amerîka, Rûsya û Fransayê, divê em xwe bispêrin xwe û yekitiya xwe ava bikin, da ku bibin hêzek û tevahiya dewletên zilhêz û herêmê neçar bikin ku rêzê ji me re bigirin, pê re divê bername û kongre li dar bikevin da ku hemû hêz û gelê li herêmê bîne gel hev û êrişên hovane yên Tirkiyê bisekinînin."

(eh)

ANHA