'Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e'

Endamên Kongreya Star a kantona Şehbayê diyar kir ku armaca êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser qadên gerîla û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.

'Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e'
11 hezîran, 2021   05:57
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

Ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî heremên Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla pêk tîne. Ev êrişên qirkirinê ne tenê Heremên Parastinê yên Medyayê dikin hedef, di heman demê de hemû destkeftiyên gelê Kurd û tevahî Kurdistanê dikin hedef.

Endama Kongreya Star a kantona Şehbayê Gulê Mihemed, ji ber êrişên dagirkerinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûye, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî didomîne û herî dawî jî wargeha Mexmûrê jî kir hedef, armanc ji van êrişan di sedsala nû de tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e.

Gulê Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û wiha domand: "Di serî de em êrişên li ser Heremên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk ji Efrînê dest pê kir û heta Serêkaniyê û Girê spî û niha jî bê navber êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam  dike. Herî dawî jî Wargeha Pengaberan a Şehîd Rustem Cudî xiste armaca êrişên xwe yên hovane.”

Gulê Mihemed da zanîn ku armanca dewleta Tirk di sedsala nû de qirkirina destkeftiyên gelê Kurd e û wiha got: “Dewleta Tirk çawa ku di sedsala 20’an de gelê Ermen qir kir, di vê sedsala nû de jî li gel hevkarên xwe dixwazin, destkeftiyên gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên deshilatdarî qir bike. Ji bo wê bi çekên kîmyewî  bê navber êrişî qadên gerîla dikin û herî dawî jî bi balafirên bêmirovî êrişî Wargeha Penaberan a Rustem Cudî kir. Wek tê zanîn gelê Mexmûrê jî bi darê zorê ev 28 sal e ji aliyê dewleta Tirk ve koçber bûye. Tevî vê koçberiyê jî dewleta Tirk aramî nade gelê Mexmûrê. Dewleta Tirk li hemberî çiyayên azad têk çûye. Ji bo wê ewqasî êrişî sivîlên bêguneh dike.”

Gulê Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir çi qasî êrişên dewleta Tirk li ser destkeftiyên wan  mezin bibin, ew qas jî berxwedana wan dê ji bo azadiyê berdewam bike û wiha bang kir: “Dewleta Tirk her çiqasî ji bo dagirkirinê, qirkirin û faşîzma xwe li ser axa Kurdistanê zêde bike, ewqas jî wê li hemberî xwe her tim berxwedana gelê Kurd ji bo azadiyê bibîne. Em bi kuştin û bi tunekirinê xilas nabin. Wek gel û jinên Efrînê heta dawiyê em bi berxwedana xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê re, em ê li pişta berxwedana gerîlayên xwe û li pişta berxwedana Mexmûrê bin.” 

Endama Kongreya Star Leyla Jaro jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Mexmûrê û wiha got: ”Ez jî wek jineke koçber li Şehbayê bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Heremên Parastinê yên Medyayê şermezar dikim. Ger ew qas êrişên dewleta Tirk li ser qadên gerîla û Mexmûrê bi hovane zêde dibin û dîsa li ser destkeftiyên gelê Kurd êriş dijwar dibin, bi desteka dewletên ku di heremê de xwedî berjewendî ne û dîsa bi hevkariya PDK’ê û mala Barzanî tên kirin. Ev êşeke mezin dide gelê Kurd. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze Kurd bi Kurdan bide kuştin.”

Leyla Jaro di dawiya axaftinê xwe de anî ziman ku li hemberî van êrişên bi armanca dagirkeriyê, divê raya giştî bê deng nemîne û wiha dewam kir: “Bangewaziya min ji hemû mirovên azadîxwaz li hemberî vê êrişên hovîtiya dewleta Tirk, bê deng nemînin û hemû sazî û dezgehên mafên mirovan li dijî qirkirin û faşîzma dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/up2o950DkMI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>