​​​​​​​1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Beriya çend kêliyan 1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê destpê kir.

​​​​​​​1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
11 hezîran, 2021   07:09
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Şoreşa Jinê Misogeriya Civaka Demokratîk û Azad e” 1`emîn Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Malbatên Şehîdan, Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongreya Star.

Li hola kongreyê, wêneyên şehîdan, pankartên “Fedekariyên we rûmet û hebûna me diparêzin”, “Bi hev re dagirkeriya Tirk a li Sûriyê tune bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin”, “Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya biratî û jiyana hevbeş a di navbera gelan de ye”, “Bi ruhê şehîdên serdemê têkoşîna jinan berdewam bike”, “Qurbaniyê dayîkên me ji bo me sembolên me ne” û alên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin daliqandin.

Di kongreyê de wê endama koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye Asya Ebdullah axaftinê bike û her wiha dê bi navê MSD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, YPJ, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftin werin kirin.

Li gorî Komîteya Amadekar a Kongeryê, piştre dê rapora du salan a meclisê û rêziknameya wê werin nîqaşkirin. Di dawiyê de dê biryarên taybet a jinan ji bo qanûnên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin girtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tmurkPAtH8g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>