Foreign Policy: Divê Biden di hevdîtina li gel Erdogan de doza HDP`ê çareser bike

Kovara Foreign Policy îşaret pê kir ku di demekê de ku têkiliyên Enqere û Washington aloz in, Washington dixwaze Enqere hin dozên girêdayî rewşa mafên mirovan û binpêkirinên li ser HDP`ê çareser bike.

Foreign Policy: Divê Biden di hevdîtina li gel Erdogan de doza HDP`ê çareser bike
9 hezîran, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî analîzeke di kovara Foreign Policy  de, divê serokê Amerîkayê Joe Biden ji serokkomarê Tirk re eşkere bike ku têkiliya xebata bi Washingtonê re, li ser sasê rêzdariya mafê mirovan û qanûnê be.

Li gorî analîzê, divê Biden Erdogan agahdar bike ku dewleta Tirk a dasthilatdar xetereyê li ser nirxên DYA`yê yên sereke û ewlehiya wê, çêdike.

Tê payîn ku cara yekemîn Erdogan û Biden di lûtkeya NATO`yê de ku dê 14`ê Hezîranê were lidarxistin, li hev bicivin.

 (bx)