​​​​​​​Leşkerekî Rûsî li gundê El-Esediyê yê nêzî cihê çeteyan li Serêkaniyê hate kuştin

Panzêreke rûsî li nêzî gundê El-Esediyê yê li nêzî cihên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê navçeya Zirganê teqiya, leşkerekî rûsî hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Leşkerekî Rûsî li gundê El-Esediyê yê nêzî cihê çeteyan li Serêkaniyê hate kuştin
9 hezîran, 2021   09:31
HESEKÊ

Nûçegihana me ragihand ku mayînek di tankeke rûsî de ku li nêzî gundê El-Esediyê yê li eniya şer a di navbera Serêkaniyê ya dagirkirî û navçeya Zirganê de, teqiya.

Di encamê de leşkerekî rûsî hate kuştin û 3 leşkerî jî birîndar bûn. leşkerê kuştî veguhestin naxweşxaneya Dirbêsiyê, ji bo leşkerên birîndar jî nayê zanîn ka birine ku derê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fW7i0jcA6OM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>