​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter destekê dide terorê

Rojnameyên erebî yên îro behsa destekdayîna Qeterê ji komên terorîst ên li Sûriyê re, şerê li Iraqê û aloziya li Urdunê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Qeter destekê dide terorê
7 hezîran, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TÊKILIYÊN BI CEBHET EL-NUSRA RE BANDORÊ LI QETERÊ DIKIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Qeter careke din li hemberî têkiliyên wê yên kûr bi rêxistinên terorîst ên sûcdarên navneteweyî re rû bi rû ye. Ev yek di demekê de ku dewletên Kendavê yên ku bi gazê dewlemend in, ber bi rastkirina têkiliyên xwe yên herêmî ve diçe, pêk hat.

Hikumeta Qeterê got ew îdiayên xeternak red dike û bi vê yekê îşaret bi agahiyên ku rojnameya The Times a Brîtanyayê têkildarî doza ku li dadgeha bilind a Londonê ku tê de hin aliyên Qeterê tawanbar kirin ku bi milyonan dolar dişîne ji Cebhet El-Nusra re.”

'2 ÊRIŞÊN LI SER KOALISYONÊ LI IRAQÊ AGIRBEST BI DAWÎ KIR'

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Piştî çend saetan ji ragihandina Iraqê û DYA`yê ji destpêkirina civînên komîteyên fenî re da ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî careke din belav bibe, 2 balafirên bêmirov û moşekekê balafirgeha Bexdayê û baregeha Eyn El-Esed kirin hedef.

Ofîsa Çapemeniyê ya Ewlehî ya Iraqê duh bi daxuyaniyekê got sîstema parastina hewayî li baregeha Eyn El-Esed a hewayî bersiva 2 balafirên bêmirov da û ew xistin.

Her wiha berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto ragihand ku navenda destekdayîna dîplomatîk a girêdayî koalîsyonê li Bexdayê rastî êrişekê bi moşekê hat bêyî ku zirar çêbin û piştrast kir ku êriş tê lêkolînkirin.”

‘HIKUMETA URDUNÊ HIŞYARÎ JI BER KOMBÛNA DERVEYÎ QANÛNÊ DA’

Girêdayî rewşa Urdunê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hikumeta Urdunê duh piştrast kir ku ew ê bi tund nêzî kombûn û xwepêşandanên derveyî qanûnê bibe. Her wiha îşaret pê kir ku kombûnên derveyî qanûnê dê bi tundiyê dan û standin bi wan re were kirin. Meclisa wezîran jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku hikumet dê derfetê nede ku kombûn û xwepêşandanên derqanûnî bên domandin û dê dan û standin bi hişkayî bi wan re were kirin. Meclisê hişyarî da şêniyan û diyar kir ku binpêkirinên ku beriya du rojan li dijî hin endamên ewlehiyê pêk hatine, destdirêjiya li ser pîvan û qanûnên wê yên destûrî ne."

(bx)