Rehef Zilfo: Em bi xebatên xwe çanda xwe zindî dihêlin

Rehef Zilfo ku yek ji damezirînerên koma Stêra Zêrîn e, di nav xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn de cihê xwe digire. Rehef got "Em li vir ne tenê hînî lêxistina amûrên muzîkê dibin, em çanda xwe jî ji zindî dihêlin.”

Rehef Zilfo: Em bi xebatên xwe çanda xwe zindî dihêlin
7 hezîran, 2021   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA DENİZ

Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn ku di sala 2018’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, gelek komên xwe yên şano û muzîkê hene. Rehef Zilfo (18) ku di nava Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn de cih digire, xebatên muzîk û şanoyê dike.

Rehef Zilfo di 8 saliya xwe de bi dayika xwe re stranên kurdî ji ber dike û eleqeya xwe bi muzîkê re çêdibe. Refeh ji bo ku xwe di warê muzîkê de bi pêş bixe, diçe Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya Amûdê û tev li koma Şehîd Delîla ya muzîkê dibe ku yekemîn koma jinan navendê ye. Piştî ku 6 salan di sala 2018’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrin cihê xwe girt.

Rehef Zilfo meyldariya xwe ya ji bo hunerê û xebatên xwe yên hunerî yên piştî şoreşa Rojava ji ajansa me re nirxandin.

Rehef Zilfo diyar kir ku waneyên ku di navenda çand û hunerê de girtine, gelek tişt li wê zêde kirine û got: "Ez di warê lêdana amûrên cuda de xwe bi pêş dixim û tembûr, cumbuş, rîtîm û meye lê dixim. Koma Stêra Zêrîn di sala 2018’an de ji aliyê jinên ciwan ve hate avakirin. Wek jinên ciwan em amûrên xwe lê didin û awazên xwe di komê de pêşkêş dikin. Ji aliyekî ve em cihê xwe di hilberîna muzîkê de digirin û li aliyê din ve jî em perwerdeyên xwe didomînin."

'ME CIH DA BERXWEDANA HEFTANÎNÊ’

Rehef Zilfo diyar kir ku wan wek koma muzîkê ya Stêra Zêrin cihê xwe di gelek mîhrîcanan de girtiye û wiah dewam kir: "Me jî wek Koma Stêra Zêrîn vîdeoya muzîkê ya strana 'Heftanîn, mizgîniya min' a li ser berxwedana Heftanînê belav kir. Ji bilî muzîkê, ez cihê xwe di nava şanoyê de jî digirim. Heta niha min cihê xwe di nava 2 şanoyên şanoger Sarya Baran de girt. Cara min di ‘Dizê Baxçe’ û ‘Aştî li ser Baskên Çûkê ye’ de lîst. Di heman demê de di bernameya ‘Hebû Tune Bû’ de jî wek çîrokbêj xizmeta xwe didomînim."

‘HER KU EM HILDIBERÎNIN, WESTA ME JÎ NAMÎNE’

Rehef Zilfo da zanîn ku ji ber meyldariya xwe ya bo hunerê hem di nava koma muzîkê û hem jî di koma şanoyê de cihê xwe girtiye û got: "Divê xebatên şano û muzîkê ji hev cuda neyên dîtin. Wek mînak ez bijîşk im û ez di nava xebatên hunerê de bim, ku hinekî westiyayî bim jî dibe, lê şano û muzîk du xebatên ji hev cuda ne lê nêzî hev in. Her çend xebat bi xwe re westiaynê tîne jî, her ku em hildiberînin westa me jî namîne."

Rehef her wiha amadekariya ezmûnên zanîngehê jî dike û li ser vê yekê jî wiha axivî: "Bi xebata bidîsîplîn û metodîk, hûn dikarin wexta xwe baş saz bikin, hûn dikarin hemû tengasiyan bi ser bixin. Ji bo min di vê serdemê de muzîk sereke ye. Li ser vê yekê ez baştir dibim.”

'LI ROJAVA JIN YEKEM CAR MEYÊ DIJENIN'

Rehef Zilfo tembûr, cumbuş, rîtîm û meyê dijene û got: "Li Rojava yekem car jin li meyê dixin. Ez ne tenê meyê lê dixim, li dijî hişmediyekê jî şer dikim. Ez dixwazim feraseta şaş ku di nava civakê de çêbûye, bişikînim."

Rehef Zilfo, anî ziman ku di nava civakê de ferasetek heye ku tenê zilam dikarin meye bijenin lê jin jî meyê pir serkeftî dijenin û wiha dewam kir: "Dema min dest bi lêdana meyê kir, her kesî digot jin nikarin vê amûrê lê bidin. Rast e ev amûr bi dîyaframeke xurt tê lêdan. Tu vê amûrê bi hêza di laşê xwe de lê didî, ew hêz û îradeyê dixwaze. Dema min dest bi vê amûrê kir, min pir zehmetî kişandin. Li Rojava gelek kêm kes enstrumanên nefesê lê dixin. Keman, gîtar, amûrên rîtmê berbelav in, lê ji bo şikandina van hemû tabûyan ez perwerdeya xwe dewam dikim."

'ŞOREŞÊ KIR KU EZ HUNERÊ NAS BIKIM'

Rehef Zilfo diyar kir ku şoreşa Rojava bandoreke mezin lê kiriye ku hunerê nas bike û wiha pê de çû:  "Dema ku şoreşa Rojava pêk hat ez 8 salî bûm. Beriya şoreşê ez ne di nava hunerê de bûm. Di wê demê de em di bin zexta rejîma Esad de bûn. Diya min li malê stranên kurdî hînî min kirin. Ez dixwazim çîrokeke biçûk lê hêja vebêjim. Wê demê mîkrofon tune bû. Diya min dixwest ez xeyala xwe mezintir bikim. Tiştek dida min û dixwest ku ez wek mîkrofonê bi kar bînim. Dayika min her tim li min guhdarî dikir û destek dida min."

Rehef Zilfo destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava gelê Kurd nediçû navendên çand û hunerê yên rejîmê û got: "Mirov di bin destê rejîma Esad de li navendên çand û hunerê hatin asîmîlekirin. Ji we dihat xwestin ku li gorî xwestekên rejîmê tev bigerin. Bi kurdî strîn, qedexe bû. Qedexe bû ku hûn li gorî çanda xwe kincên herêmî li xwe bikin."

Endama Stêra Zêrîn Rehef Zilfo diyar kir ku piştî şoreşa Rojava navendên çand û hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin û ciwan bi awayekî çalak tev li van çalakiyan bûn û diyar kir: "Em çand, huner û zimanê xwe di navendên çand û hunerê de diparêzin. Em li dijî polîtîkayên tunekirina çanda Kurdan şer dikin. Eger em biçûna navendên çandî yên hikumeta Şamê, em ê ji azadiyên xwe bê par bimana. Bi şoreşa Rojava re hemû gel bi ziman û çandên xwe dijîn. Bo nimûne; gelê Ereb li herêmên xwe bi ziman û çanda xwe hunera xwe dike, bi zimanê xwe şanoya xwe dilîze. Di vî warî de tu astengî li ber wan tune ye. Gelê Suryan jî li gorî çanda xwe dixebite. Kurd, Ereb û Suryan li herêmên Rêveberiya Xweser parastina çanda xwe didomînin."

'DIVÊ CIWAN XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN'

Rehef Zilfo di dawiya nirxandina xwe de bang li dê û bavan kir ku zarokan bibin navendên çandê da ku çanda xwe zindî bihêlin û wiha lê zêde kir: "Min hemû hêza xwe ji malbata xwe girt. Dê û bavê min di her tiştî de alîkariya min kir. Divê zarokên xwe yên dixwazin tev li xebatên çand û hunerê bibin, asteng nekin. Em li vir ne tenê hînî lêxistina amûran dibin, em çanda xwe diparêzin. Em wek gel çanda xwe ji têkçûnê diparêzin. Divê gelê me li hember xebatên çand û hunerê teng nefikire. Ciwan dema dikevin bin bandora sîstema kapîtalîst pir zû ji çanda xwe dûr dikevin. Ciwan ji bo ku xeyalên xwe pêk bînin divê êdî bi şikandina bandora kapîtalîzmê li çanda xwe xwedî derkevin."

ANHA