Rewşenbîr: Dewleta Tirk sûcên ku li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîbûn, li Başûr dubare dike

Rewşenbîrên herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî siyasetên dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kir û got ya ku dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî pêk aniye, niha li Başûrê Kurdistanê dubare dike.

Rewşenbîr: Dewleta Tirk sûcên ku li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîbûn, li Başûr dubare dike
7 hezîran, 2021   06:17
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê didomin. Dewleta Tirk ji 23'yê Nîsana bor ve êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne û di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne.

Rewşenbîrên li herêma Cizîrê diyar kir ku armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirkirina herêmên ji Efrîn heta Kerkûkê ye û pêkanîna Mîsaqa Mîllî ye. Rewşenbîran bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bêdengiya hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û erêkirina wan a dagirkirinê bi nav kirin .

Endama Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed diyar kir ku siyaset û binpêkirinên ku li dijî Kurdan têne kirin di nava bêdengiyeke navneteweyî de pêk tên û got: "Siyasetên ku li Başûrê Kurdistanê têne meşandin berdewama komployên li dijî gelê Kurd e."

Hesîna anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker senaryoya li Efrîn û Serêkaniyê li Başûrê Kurdistanê dubare dike û got: "Çeteyên Tirkiyê yên ku Efrîn serûbin kirine, niha bi erêkirina hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê li Başûr in."

Têkildarî xwepêşandana mertalên zindî ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ku di 30'yê Gulanê de ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû astengkirin Hesîna Ehmed destnîşan kir ku dema ku gel dibe yek û çalakiyan dikin da ku helwesta xwe li ser mijarekê nîşan bide, mafê tu hêz an partiyekê nîn e ku asteng bike.

‘ARMANC ZINDÎKIRINA MÎSQA MÎLLÎ YE’

/ar/uploads/files/2021/06/06/162811_hsynh-ahmd.webp

Hesîna Ehmed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike ku fitneyê di navbera Kurdan de derxe û got têkbirina her destkeftiyekî Kurdan dikeve xizmeta dijmin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Menan Cafer anî ziman ku bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin cihê şermezariyê ye û wiha dewam kir: "Tirkiyê her herêmekê ku dagir dike berhemên wê talan dike, ev rastiyeke ku di dîrokê de eşkere bûye."

Cafer destnîşan kir ku ji projeyên nû yên dewleta Tirk dagirkirina herêmên ji Efrîn heta Kerkûkê û zindîkirina Mîsaqa Mîllî ye û  hemû daxuyaniyên Erdogan û binpêkirinên wî yên li Kurdistanê vê yekê piştrast dikin.

Cafer îşaret pê kir ku êrişên ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, bi dehan caran dubare bûne, lê vê carê çekên ku di asta navneteweyî de qedexe ne, bi kar anîn.

'BÊDENGÎ NÎŞANEYA HEVKARIYÊ YE'

/ar/uploads/files/2021/06/06/162834_mnan-jafr.webp

Menan Cafer bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan û wiha got: "Di siyasetên cîhanê de bêdengî delîla hevkariyê ye û bêdengiya partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku êrişan dipejirînin. Helwesta wan partiyan dê di dîrokê de were nivîsandin. Em diyar dikin ku piştgirî û destekê bidin xelkê xwe yê li Başûrê Kurdistanê."

Menan Cafer îşaret bi girîngiya xurtkirina têkoşînê li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk , qutkirina darên Kurdistanê û firotina wan ji Tirkiyê re kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve, ji berjewendiyên şexsî yên tengî dûr bikeve û helwesteke cidî li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk nîşan bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IRSPLXnQo0I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>