Mihemed Mûsê: Yên ku destkeftiyên gelê Kurd diparêzin divê li hemberî êrişan bê deng nemînin

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd plana qirkirinê da destpêkirin û got “Dema ku dewleta Tirk a faşîst bi çek û amûrên xwe yên leşkerî nikarîbû li ber berxwedana gerîla rabe, çekên kîmyewî bi kar anîn."

Mihemed Mûsê: Yên ku destkeftiyên gelê Kurd diparêzin divê li hemberî êrişan bê deng nemînin
7 hezîran, 2021   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter roja 23’yê Nîsanê dest bi êrişên dagirkeriyê yên li hemberî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê kir. Hêzên gerîla li ber xwe da, derbên giran li artêşa dagirker dan ku her cure teknolojiya pêşketî ya şer û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ne nû ne û divê gelê Kurd bi her awayî parastina xwe bike .

Mûsê diyar kir ku bi êrişa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta Tirk a dagirker armanc kiriye ku îradeya gelê Kurd bişikîne û got: "Armanca vê êrişê bi temamî tunekirina gelê Kurd e. Îro ne tenê parastina hin herêman e ku êriş li wan tê kirin. Di heman demê de li Rojava û Tirkiyê jî li dijî gelan êriş hatin kirin. Dewleta Tirk bi zêdekirina tecrîda li Îmraliyê re êrişa xwe ya li Tirkiyê dewam dike. Gelek siyasetmedar ji ber ku li dijî komkujiyan diaxivin, tên girtin û dixin girtîgehan. Eşkere ye ku li her derê dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin."

Mihemed Mûsê destnîşan kir ku êriş ne tenê li dijî PKK'ê ne û got: "Dewleta Tirk a faşîst a dagirker niha jî ji bo şikandina îradeya gelê Kurd êrişî qadên gerîla dike. Ev êriş berdewama projeya li dijî çar parçeyên Kurdistanê ne. Ji bo têkbirina van planan divê gelê Kurd li her derê rabe ser pêyan û li kolanan be. Em çi qas civakeke bê deng li pêşberî dewleta Tirk bibînin, dê ew çend êrişên dijwartir bike ku dagirkeriya xwe bi ser bixe. Wek partî û saziyên siyasî yên Kurd divê em bi hemû hêza xwe li dijî van êrişan bisekinin."

'DEWLETA TIRK BI HEMÛ TEKNÎKA XWE ÊRIŞ DIKE'

Mûsê diyar kir ku dewleta Tirk teknolojiya şer a pêşketî bi kar anî lê li hemberî hêzên gerîla nekariye bi pêş ve biçe û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dema nikarîbû bi çek û amûrên xwe yên leşkerî li ber berxwedana gerîla rabe, çekên kîmyewî bi kar anîn. Dewleta Tirk hemû çek û teknîka xwe li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd bi kar tîne. Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e. Divê gelê Kurd li her derê li dijî vê planê li ber xwe bide."

Mûsê diyar kir ku li pêşberî êrişên dagirker bêdengiyeke dualî heye û bi taybetî bêdengiya Ewropayê dewleta Tirk bêhtir êrişkar kiriye û got: "Di pêvajoyeke wiha de divê gelê Kurd li ku derê be bê deng nemîne. Hêzên navneteweyî heta niha li gorî berjewendiyên xwe bê deng in. Gelek hêzên navneteweyî hevkariya dualî û herêmî bi dewleta Tirk re heye. Ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd bê deng in."

'DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD DIKE'

Li aliyê din Mûsê diyar kir ku bêdengî tenê bi partiyên siyasî yên Li Başûrê Kurdistanê re sînordar nîn e û hin derdorên li Rojava li hemberî êrişan bê deng dimînin û wiha pê de çû: "Tiu hêz ku ji xwe re dibêje Kurd e û dibêje berjewendiya gelê Kurd diparêze, nikare di vê rewşê de bê deng bimîne. Dewleta Tirk a dagirker dibêje ew ne li dijî gelê Kurd e. Lê ev dereweke mezin e. Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku destkeftiyên tevahî gelê Kurd têk bibe. Dixwaze Kurdan bîne hemberî hev û berjewendiyên xwe pêk bîne. Dibe ku dewleta Tirk îro tenê êrişî Baûûrê Kurdistanê dike, lê armanca wê hemû gelê Kurd û destkeftiyên wê ye."

Mihemed Mûsê di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd li hemberî êrişên dagirkeriyê rabe ser pêyan û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk a faşîst a dagirker îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê nikare bi pêş ve biçe. Li pêşberî berxwedana gerîla çi bike, tevlihev bûye. Gelê Kurd di vê demê de ji bilî berxwedanê tu vebijêrkeke xwe nîn e. Em bawer in ku gelê Kurd û gerîlayên azadiyê dê li pêşberî vê êrişa dagirkeriyê jî bi ser bikevin."

ANHA