Mîrateyeke çandî ya kevnar; malên axî

Malên axî cureyeke mîmariya kevnar e, ji bo mercên giran ên hewayî guncaw in, ji ber ku ew mal havînê sar e û zivistanê jî germ in, berovajî malên ji betonê.

Mîrateyeke çandî ya kevnar; malên axî
7 hezîran, 2021   05:50
QAMIŞLO- KELSÛME ELÎ

Malên axî yek ji mîmariya kevnar e, lê çêkirina van malan di vê demê de li herêmê kêm e, ji ber kêmbûna karker û restorasyonê ji encama baran û rewşa hewayê û di encamê de gel neçar ma ku malên ji betonê çêke.

Hin malbat hîn jî di xaniyên wiha de dijîn da ku mîrata bav û kalên xwe biparêzin û ji bo her demsalê guncaw in.

/ar/uploads/files/2021/06/06/063455_2021-06-03-girke-xeniye-xweli-28729.webp

Li gorî Dr. Azad Ehmed Elî, lêkolînerê gundên axî, çêkirina malên axî li herêma Cizîr a Sûriyê ji demên kevnar ve dest pê dike. Elî dibêje ku malên axî ji sedsala şeşemîn berî zayînê ve hene, her wiha behsa daneyên dîrokî yên der barê damezirandina yekemîn kombûnên mirovî yên rêxistinkirî de li Sûriyê dike.

Têkildarî heman mijarê, lêkolîner û dîroknas Farûq Îsmaîl, anî ziman ku gundên çandiniyê di dawiya hezarsaliya heştemîn û destpêka hezarsaliya heftemîn de derketin holê, lêkolînên arkeolojîk hîn jî şopandina şaristaniyan eşkere dikin û ji deverên kevnar ‘Til Mexzeliyê’ ya çiyayê Sincar û yên din, her wiha şaristaniya ‘Til Xelef’ a di hezarsaliya şeşan berî zayînê de ku şêwazeke nû ya mîmariya axê derket holê, ew pisporî hîn jî bi cudahiyên piçûk têne derbaskirin.

Li gundê Rimêlan El-Şêx ê li başûrê navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ku yek ji wan gundan e, hîn jî xelk di malên axî de dijîn. Yek ji şêniyên gundê Rimêlan, Elî Osman Hesen der barê jiyana di malên axî de got malên axî ji bo hewa guncaw in û hewcedariya wan bi alavên sarkirin û germkirinê tune ye, berovajî malên ji betonê.

/ar/uploads/files/2021/06/06/063434_2021-06-03-girke-xeniye-xweli-28229.webp

Elî Osman wiha dom kir: "Me her sal zehmetî ji vegerandina malên axî dikişand da ku em wan ji baranê biparêzin, lê bi awayekî komî karê me di pêvajoya restorasyonê de bi kêfxweşî pêk tê.”

/ar/uploads/files/2021/06/06/063955_2021-06-03-girke-xeniye-xweli-28129.webp

Osman wiha bi dawî kir: "Ji bo me, malên axî mîrateya bav û kalên me ne. Ji ber vê yekê dema ku em di van xaniyan de dijîn, em hesteke nasbûn, kêfxweşî û bîranînan hîs dikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z0BNs8xBM58" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>