Şêrawa careke din tê topbarankirin

Artêşa Tirk di saetên sibehê de careke din navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Şêrawa careke din tê topbarankirin
7 hezîran, 2021   04:19
EFRÎN

Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de careke din gundê Dêrcimilê yê bi ser navçaya Şêrawa ya Efrînê ve topbaran kir. Li herêma ku topbaran lê berdewam e de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker di 4 Hezîranê de êrîşî herêmê kiribû û di topbarana ku hatibû kirin de zaroka bi navê Zeyneb Hisên Îbrahîm (14)  hatibû qetilkirin.

ANHA