ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2021'AN
6 hezîran, 2021   23:00

-Li Til Temir, Girkê Legê û Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşdan li dar dikevin. Saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî siyasetên dagirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kir û got ya ku dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî pêk aniye, niha li Başûrê Kurdistanê dubare dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Li gundê Çarxelê yê Kobanê ji bo gerîlayeke HPG'ê sersaxî tê xwestin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Komîteya Aborî ya Jinan a Kantona Hesekê projeya çandinî ya "Gulên Buharê" vedike. Di projeyê de 25 jin kar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rehef Zilfo ku yek ji damezirînerên koma Stêra Zêrîn e, di nav xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn de cihê xwe digire. Rehef got "Em li vir, ne tenê hînî lêdana amûrên muzîkê dibin, em çanda xwe jî zindî dihêlin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Muslim, têkildarî mikurhatinên Sedat Peker destnîşan kir ku yên ku ew dibêje kêm in û got: “Yên ku ku niha dewleta Tirk hikum dikin û siyasetên wê dimeşînin çete ne. Desthiladariya dewleta Tirk gihiştiya dawiyê ku tiştek di destê wê de nemaye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker sûcên serdestiya xaka Iraqê didomîne û êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Ev yek di nava bêdengiya hikumeta Bexda û hikumeta Hewlêrê de pêk tên. Nivîskar û rojnamevanê iraqî Şemxî Cebir got "Palanên Tirkiyê êdî eşkere bûne ku dixwaze rola Osmanî ya mêtinger vegerîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hesen Koçer destnîşan kir ku qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ew jî planeke dewleta Tirk e da ku demografiya herêmê biguherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gelê Kurd plana qirkirinê da destpêkirin û got “Dema ku dewleta Tirk a faşîst bi çek û amûrên xwe yên leşkerî nikarîbû li ber berxwedana gerîla rabe, çekên kîmyewî bi kar anîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Erka parastinê erkeke komî ye, ne takekesî ye. Civaka ku pergala wê ya parastinê tune be, ne temam e û her tim bi gefan re rû bi rû dimîne. Lewra pergalên kapîtalîst hewl didin pergala parastina civakê ji hev bixin. Bûyerên li Minbicê rû dane jî, mînaka wê ya herî berbiçav e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Lubnanê di encama rewşên aborî û binkeftinên hewldanên avakirina hikumetê de di krîzên rojane de ne.  Li gel krîza nan welatî vê carê bi krîza sotemeniyê re rû bi rû mane. (BI WÊNE).

CIWAN

- Rêveberên saziyên ciwanan ên Minbicê pişterast kir ku hin destên derve dixwazin aramî û ewlehiya herêmê bi rêya derxistina fitneyan di navbera şênî û rêveberiyê de têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanên şoreşger ên herêma Firatê bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan, piştgiriya gerîlayan bikin û li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemînin, ji ber ku hebûna gerîla di heman demê de hebûna wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Dêrikê li navenda Til Elo 2 hezar û 600 ton genim û ceh li gorî buhaya ku Desteya Çandiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye, wergirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA