Meclisa Leşkerî ya Minbicê civîneke awarte li dar xist

Têkildarî rewşa Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê civîneke awarte ji tevahiya fermandarên leşkerî û saziyên girêdayê meclisê re li dar xist. Di civînê de banga hişyarbûna ji hewldanên derxistina fitneyan hate kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê civîneke awarte li dar xist
6 hezîran, 2021   20:15
MINBIC

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê fermî parve kir û ragihand  ku girêdayî rewşa Minbicê civîneke awarte ji tevahî fermandarên leşkerî û saziyên girêdayî meclisa leşkerî re hate lidarxistin.

Navendê wiha got: "Di civînê de li ser rewşa siyasî ya giştî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Minbicê bi taybet, nexasim jî di vê merheleya hestiyar de hat nîqaşkirin. Tevî bersivdana Rêveberiya Sivîl a Minbicê ya xwestekên gel, lê hin alî hene hewl didin li herêmê fitneyan derxin, ewlehî û aramiya li bajêr têk bibin û valahiyeke mezin di navbera gel û rêveberiya wê de çêkin. Ji girîngtirîn nîqaşên ku meclisê kirine, ew e ku xeteriyeke mezin bi rêya bikaranîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a rewşan heye û hêzên xwe sewqî sînorên herêmê kirine. Di vê dawiyê de hikumeta Şamê hêzên xwe sewqî gundê Cib Mexzom heta bi Til Eswed kirin, her wiha hêzên mezin li ser dergeha Tayha û Abo Kehef a başûrê Minbicê bi cih kirin."

Li ser vî bingehê civîn bi encamên girîng bi dawî bûn ku tevahiya fermandar û şervanan hate kirin ku divê nekevin xefka fitneyan û nehêlin fitne çêbibin, her wiha parastina ewlehî û aramiya Minbicê berpirsiyatiya tevan e.

Di dawiya civînê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê sersaxî ji tevahiya malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest."

(eh)

ANHA