Ciwanên Efrînê bi meşeke meşaleyî berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê bi meşeke meşaleyî piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk nîşan da.

Ciwanên Efrînê bi meşeke meşaleyî berxwedana gerîla silav kir
6 hezîran, 2021   20:13
ŞEHBA

Meş bi diruşmeya "Beşdarî Cenga Azadiyê bibin", hate lidarxistin. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên ciwanan, ji ber avahiya Meclisa Kantona Şehbayê ya li navçeya Ehdasê dest bi meşê kir.

Meş bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û rêber Abdullah Ocalan, di nava kolanên navçeyê de geriya û li qada navçeyê veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê Reşîd Efrîn axivî û got: "Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê me ev çalakî li dar xist. Her kes dibîne ku dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî çiyayên Kurdistanê pêk tîne. Her kes dizane ku ev êriş ne tenê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve têne kirin, lê belê ji aliyê gelek dewletan ve têne kirin ku li dijî gelê Kurd û hêzên gerîla bi taybet komployekê plan dikin. Êrişên li ser gerîla hewldaneke ji bo îmhakirina dîroka gelê Kurd e ku ji hezarên salan ve hatiye nivîsandin."

Reşîd Efrîn di dawiya axaftina xwe de got: "Em ciwanên rêber Abdullah Ocalan in, em ê li hemberî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bisekinin. Ev êrişên dagirkirinê berfireh dibin û gihiştin Mexmûrê, bi hezaran sivîl di nava bêdengiyeke navneteweyî ya şermok de têne hedefkirin."

Meş bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/24prQRmUjdw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>