Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê pêşangeheke wêneyan a salane vekir.

Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
Li Kobanê çalakiyên Pêşangeha Wêneyan a Salane dest pê kirin
6 hezîran, 2021   19:50
KOBANÊ

Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê merasîma vekirina pêşangeha wêneyan a salane bi sponseriya Desteya Çandê û bi beşdariya bi dehan şênî û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hat lidarxistin.

Di pêşangehê de 100 tabloyên cihêreng hebûn. Wêne ji aliyê 19 xwendekarên xort û keç  bi çavdêriya mamoste Zehredîn Ebdê û Nûrhan Cimo ve hatin xêzkirin.

Hevseroka Navenda Baqî Xido, Neclaa Bozan axaftina vekirinê kir û wiha got: "Bi navê rêveberiya Navenda Baqî Xido em bi xêrhatina mêvanên beşdarî vê pêşangehê bûne dikin, bi hêvî ne ku li gorî wan be, her tabloyek çîrokekê vedibêje. Dê Tevgera Çand û Hunerê piştevaniya derketina behreyên veşartî bike."

Neclaa Bozan di dawiyê de spasiya xwendekarên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne kir û wiha got: "Em bi we serbilind in."

Dûvre rêveberiya Navenda Baqî Xido xwendekarên beşdarî pêşangehê bûne, xelet kirin û li nava pêşangehê geriyan.

Dê çalakiyên pêşangehê heta 3 rojan bidomin.

Ev pêşangeh her sal li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê tê vekirin. Lê ji ber pandemiya vîrusa Koronayê û tedbîrên pêşîlêgirtina pandemiyê, pêşangeh par nehat vekirin.

(fr)

ANHA