Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan

Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê daketinqadan û berxwedana gerîlayan silav kir.

Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li Helebê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
6 hezîran, 2021   19:38
HELEB

Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Garê em bi ser ketin û di berxwedana li Avaşîn, Zap û Metînayê jî em ê bi ser bikevin", Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bomebebarankirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxê kom bûn. Şêniyan alên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên şehîdên HPG û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin, her wiha pankartên bi nivîsên "Em ê asta berxwedanê û têkoşîna li dijî êrişên hovane û qirkirinê bilind bikin" û "Piştgiriya rêberê gelê Kurd erkeke neteweyî û mirovî ye" vekirin.

Meş ji pêşiya hola civînan dest pê kir û sloganên "Bijî berxwedana gerîla û na ji xiyanetê re" hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîd Destîna ya li rojhilatê taxê veguherî mîtîngê, li wir deqeyek rêz girtin.  Endama Kongreya Star Nehle Mistefa berxwedana gerîlayên HPG. YJA Starê ya li dijî hişmendiya dewleta Tirk a faşîst silav kir.

Nehla got:"Destpêka aloziya Sûriyê, dema ku dewleta Tirk derbasî erda Sûriyê bû, armanca wê ya sereke ew bû ku gelê Kurd bike armanc û vîna wê bişkîne, lê bi saya berxwedana gelê şoreşger ji cîhanê re isbat kirin ku tu kes nikare vîn wê bişkîne û wê qir bike."

Nehle Mistefa di dawiyê de got ew wekî şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bi tevahiya pêkhateyên xwe piştgiriya gerîlayan bikin û dê heta dawîkirina dagirkeriya Tirk a li erda Kurdistanê re li qadan bin.

Li aliyekî din jî endama Kongreya Star Henaa Kerdoş axivî û êrişên hundirîn û derve şermezar kirin û got:"Dewleta Tirk û hevalbendên wê piştî ku li Garê têkçûn, li dijî hêzên gerîla yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrişên hovane pêk tîne, lê gerîla bersiva van êrişan didin û ev berxwedana li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dê bi ser bikeve."

Çalakî bi sloganên"Bijî berxwedana gerîla û na ji xiyanetê re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA