Rêveberiya Kampa Girê Spî pêşwaziya 500 malbatî dike

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî, piştî bidawîkirina firehkirina beşê sêyemîn a kampê dest bi pêşwazîkirina 500 malbatî kir.

Rêveberiya Kampa Girê Spî pêşwaziya 500 malbatî dike
6 hezîran, 2021   16:19
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di destpêka Mijdara sala borî xebatên firehkirina beşa sêyemîn a kampê dabû destpêkirin da ku 500 malbatên din ên ku li Reqa û Tebqayê dimînin û di rewşên zehmet de ne, lê bi cih bike.

/ar/uploads/files/2021/06/06/154312_mhmd-alshykh.webp

Li ser vê yekê Hevserokê Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx got: "Îro me dest bi pêşwazîkirina malbatên redîf kir ku di demên berê de di bin benda mirovî de derbasî kampê kiribûn."

Rêveberiya kampê 85 malbatên redîf ku bê cih mabûn, derbasî kampê kiribûn û li gel malbatên din bi cih kiribû.

El-Şêx got: "920 malbat li arşîva rêveberiyê qeydkirî ne, dê malbatên din lê gorî ya herî hewcedar werin hilbijartin.

Kampa Koçberên Girê Spî di 22'yê Mijara 2019'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin. Di kampê de niha 3 hezar û 350 koçber di nav 720 malbatî de hene.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SjevhsQjufM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>