Polîsên Îsraîlê çalakvana Filistînê Muna El-Kurd girt

Polîsên Îsraîlê di nav de gelek çalakvan Filistînê, jina ciwan a çalakvan Muna El-Kurd ji mala wê ya li taxa Cerah a Qudisê girtin.

Polîsên Îsraîlê çalakvana Filistînê Muna El-Kurd girt
6 hezîran, 2021   15:43
XEZA

Jina ciwan Muna El-Kurd (23), doza taxa Cerah a Qudisê, malbatên wê yên ku ji aliyê desthilata Îsraîlê ve di bin gefên koçberkirinê de ne di rûpelên xwe yên tevna civakî de parve kirin.

Malbata Muna El-Kurd jî di bin gefa koçberkirinê de ye. Muna bi rêya hesabê xwe yên "Instagram" xwest rewşa taxa xwe bighîne cîhanê. Parvekirinên wê bi eleqeyek mezin hate nîşandan û piştgirî hate dayîn. Ji destpêka bûyerên li taxê, şopdarên rûpela "Instagram" ya Muna El-Kurd ji 13 hezarî gihişt zêdetirî milyonekî.

Muna ya ku ragihand li Zanîngehan Bizeit a Dîfaya Xerabî xwendiye, binpêkirinên li dijî niştecihên taxê û xeteriyên li ser wê parve kirin. Filistînî diyar dikin ku Muna roleke mezin di ragihandina doza taxê de list û bi hezaran kes li cîhanê bi doza taxê û malbatên wê dan nasîn.