Malbatên şehîdan ên Tebqayê bang kir: Bi fitneyan neyên xapandin

Malbatên şehîdan ên Tebqayê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi fitneyan neyên xapandin û bi rêya diyalogan pirsgirêkan çareser bikin.

Malbatên şehîdan ên Tebqayê bang kir: Bi fitneyan neyên xapandin
6 hezîran, 2021   16:39
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê têkildarî bûyerên dawî ku li bajarê Minbicê rû dan, daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Piştî hilbijartinên Sûriyê yên ne rewa ku bi sponseriya Rûsyayê pêk hatin, rejîmê şaneyên xwe yên veşartî li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîn da ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî binixumîne û rewabûna xwe ya sextet û serdestiya xwe li ser xaka Sûriyê ferz bike. Li ser vê yekê fitne li bajarê Minbicê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel de derxist û erka xweparastinê kir hincet. Bi vê re xwepêşandanên aştiyane li dar ketin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên dijber, ev xwepêşdan bi kar anîn û kiryarên xirabî, tevlihevî û provakasyon derxistin. Her wiha bang li gelên Bakurû Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku bi hewldanên derxistinên fitneyan neyên xapandin û got: "Em pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û nîqaşan, dûrî zimanê tundiyê çareser bikin."

Malbatên şehîdan ên Tebqayê seraxî ji malbatên ku zarokên xwe di vê tevliheviyê de winda kirine xwest, şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest. Her wiha kiryarên rejîm û ajanên wê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bajarê Minbicê her tim nimuneya jiyana hevbeş e, zêdetirî 600 şehîd ji hemû pêkhateyan daye.

Di dawiya daxuyaniyê de banga şopandina xeta şehîd Ebû Leyla, Ebû Emced û hemû şehîdan hate kirin" Em bang li gelê xwe yê Minbicê yê bi rûmet dikin ku xwedî li wan şehîdên leheng derkevin ku bi saya wan hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî dijîn."

ANHA