​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Şêrawa topbaran kir, zarokek hate qetilkirin – HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundên navçeya Şêrawa topbaran kir, zarokek hate qetilkirin û bira û bavê wê jî bi giranî birîndar bûn.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Şêrawa topbaran kir, zarokek hate qetilkirin – HATE NÛKIRIN
5 hezîran, 2021   04:45
NAVANDAN NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev şeş gundên navçeya Şêrawa yên dorpêçkirî topbaran kir.

Di encama toparanê de zaroka bi navê Zeyneb Hisên Îbrahîm (14) jiyana xwe ji dest da û birayê wê Bekrî Hisên Îbrahîm û bavê wê Hisên Îbrahîm ên ji gundê Kilûtê bi giranî birîndar bûn.

Her wiha gundên Mezin û Meyasê û cihê dîrokî (Xirab Şemsê ) yê girêdayî gundê Mezin jî hatin topbarankirin.

Di encama topbaranê de gelek zevî hatin şewitandin û ziyan gihaşt malên gundiyan.

ANHA